1
E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane).
2
Qey meriv guman dikin, ku bêjin: "Me bawer kir" qe neyêne ceribandinê, dest ji wan bê berdanê?
3
Bi sond! Ewanê berya wan da borîne hene! Îdî bi rastî ji bo ku em bi rastgo û virekê wan bizanin, me ewan jî ceribandine.
4
Qey ewanê ku sikatîyan dikin, guman dikin wê ji me biborin, îdî (em nikaribin ji wan ra şapatan bidin)? Berawanîya ku ewan dikin çiqa sik e!
5
Kîjan gumana hatina bal Yezdan da bike, îdî bi rastî danê gîhîjtina Yezdan tê. Şixwa ewa bi xweber jî bihîstekê pir zana ye.
6
Kîjan (di rêya Yezdan da ji bona xwaşîya canê xwe) tekoşînê bike, şixwe ewa ji bona xwe ra tekoşînê dike. Loma bi rastî Yezdan ji hemî cîhanê bê perwa ye.
7
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê sikatîyên wan rakin ji wî tiştê, ku ewan dikiribûne, hêj rindtir xelata wan bidin.
8
Me meriv şîret kirine, ku bi da û bavê xwe ra qencîyan bikin. Heke dê û bav tekoşînê bikin bi te ra: Ji bo ku tu ji min ra tiştê qe zanîna te bi wî tune ye. Bixî hevrî, îdî tu bi gotina wan neke.loma para hatina we hemû li bal min da ne, îdî ji piştî gava hatine bal min, tişta we kiribû, ezê ji bona we ra bêjim.
9
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan bixne nava aştîkaran.
10
Hinek ji kesan hene, dibêjin: "Me bi Yezdan bawer kirîye" îdî ji piştî ku di rêya Yezdan da tê cefadanê wusa dibe, cefadana merivan wekî şapata Yezdan digire. Heke arîkareyek ji Xudayê te (ji bona we ra) hatibe, ewan (aha) dibêjin, "Bi sond! Em jî bi we ra bûn," tu dibê qey Yezdan bi wan tiştê di singê hemî kesan da heye, ji wan çêtir nizane?
11
Bi rastî Yezdan bi wanê bawer kirine û bi wanê durê jî çêtir dizane.
12
Ewan ê file hene! Ji bona wanê bawer kirine ra (aha) gotine: "Hûn werin bibine peyrewê me, emê xeletîyên we yên (heya niha) hildine ser xwe. Ewan (filan) qe tu tiştî ji xeletîyên wan hilnadin. Loma bi rastî ewan viran dikin.
13
Ewan (filan) wê barê xwe hildin û bi barê xwe va jî wê barê wanê, ku ewan ewanan (ji rêya rast derxistine) hildin û wê ewan di roya rabûna hemî da jî, ji pizne kirinê bêne pirsînê.
14
Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi saîtî şandîye. Îdî (Nûh) di nava wan da heya nehsed û pêncê salî maye, (li wan şîret kirîye; ewan jî bi gotina Nûh ne kirine). Îdî paşê lêmiştê ewan di nava xwe da girtin, loma ewan cewrkar bûn.
15
Paşê me Nûh û hevalên wî yên kêlekê fereste kirin û me eva (ferestîya) ji bona cêhanê ra xistîye berateke (derhoze).
16
Me Îbrahîm jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye, "Hûn gelî komalê min! Ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn yezdanparizî bikin. Heke hûn bizanin, ewa ji bona we ra qenctir e."
17
"Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan hinek tokel in, hûn bi vir (ewan Xuda û Mehder) digirin. Bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewanan ji bona we ra qe tu rojînî nadin. Îdî hûn li bal Yezdan li rojînîyê bigerin û hûn hey perestîya wî bi tenû bikin û ji bona wî ra sipasî bikin. Hûnê hey li bal wî da bizivirin."
18
(Îbrahîm) heke (tu ji alîyê komalê xwe da) bê derewdêrandinê, bi sond! hinek komê berya we da jî (pêxemberê xwe) dan derewdêrandinê. Li ser saîyan hey têgihandina xwûyaî heye.
19
Ma qey ewanan nabînin, Yezdan di cara yekem da ça heyî afirandine, paşê jî ça ewan difetilîne? Bi rastî eva kirina li ser Yezdan hêsan e.
20
(Îbrahîm! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (Gelî merivan) di zemîn da bigerin, îdî hûn mêze bikin, ka di cara yekem da afirandin ça hatîye kirinê, paşê (Yezdan) cara dawyê jî diaferîne. Bi rastî Yezdan li ser hemî tiştan dişî.
21
Yezdan ji kê ra bivê, ewî şapat dike, ji kê ra jî bivê, li wî dilovanî dike û hûnê hemî jî li bal wî da bizivirin.
22
(Gelî merivan!) hûn di zemîn û ezman da nikarin ewî ji şapatdanê bêzar bikin. Ji bona we bi xweber jî, ji pêştirê wî qe tu serkar û arîkar tune ye.
23
Ewanê bi beratên Yezdan û bi rasthatina wîye (di dane para da) bûne file hene! ewanan ji dilovanîya min bê hêvî mane. Ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
24
Îdî bersiva komalê (Îbrahîm ji bona wî ra) hey eva bûye: (ji hev ra aha) gotine: “Hûn (gelî me!) Îbrahîm bikujin, yann jî ewî bişewitînin.” Îdî (ji piştî ku ewan Îbrahîn avête agir) Yezdan ewî ji agir fereste kirîye. Bi rastî ji bona komalekî ku bawer dikin (di van bûyeran da) beratên (derhoze) hene.
25
Û (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Hûn ji bona hezkirina xweye, jîna cîhanî di nava xwe da hunek tokelan ji pêştirê Yezdan, ji xwe ra perestvan digirin. Paşê di roya rabûna hemû da jî hinekên we bi hinekên ji we dibine file û hinekên we li hinekên we deherandinê dikin. Şixwa şûna fetla we bi xweber jî agir e, ji bona we ra qe tu arîkar tune ne.
26
Paşê Lût (bi Îbrahîm) bawer kirîye. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "(Gelî min!) ew zemînê Xuda ê min (fermana min li bal çûna wura kirîye) ezê herim wura. Bi rastî ew (Xuda) servahatê bijejke ye."
27
Û me ji bona (Îbrahîm) ra Îshaq û Ye´qûb raber kirîye, me pêxemberî û (hinartina) pirtûkê dî ûrta wî da bi cîh kirîye û me kirya (Îbrahîm) di cîhane da daye wî, bi rastî ewa di para da jî, ji aştîkaran e.
28
Me Lût jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî di gavekî da (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Gelî min! hûn tiûtê sikê wusa dikin, ku di cîhanê da kesekî berya we da qe ewa tişta ne kirîye.”
29
“Hûn ça (ji jinan dihêlin) hûn rêya dibirin tûşê mêran dibin. Hûn di civatê xwe da tiûtên pir sik dibêjin!” Komalê (Lût) ji bona wî ra hey (aha) bersiv dane û gotine: “Heke bi rastî tu rast î, ka ji me ra şapata Yezdan bîne.”
30
(Lût aha lava kirîye) gotîye: “Xudayê min! tu arîkarîya min li ser komalê tevdanok bike.”
Sonraki 30 ayet →