1
T.S.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane).
2
Evan, bi rastî beratên pirtûka hizwartîne.
3
Bi rastî emê ji bona komalekî, ku bawer dikin: hinekî ji serdaborya Mûsa û Fir’ewn ji te ra bixwûnin.
4
Bi rastî Fir’ewn di wî zemîn da bi quretî (dest avêtîye cewrê) xwe bilind (zanîye) û ewî rûniştîne (wî zemînî) deste û deste ji hev raqetandîye: komakî ji wan (ku zarên cihûyan bûn) bê hêz dikiribûye: Sere; zarên wan ê kurîn jê dikir, jinê wan para da bi zendetî dihîşt. Loma bi rastî (Fir’ewn) ji wanê tevdanok e.
5
Û ewanê di zemîn da hatine bê hêzkirinê hene! Me jî diva, ku em li wanê bê hêz qencîyan bikin û em ewan bixne pêşrewan û em ewan (ji bona Fir’ewn ra) bixne mîratxwur û ûrta wan.
6
Û emê ewan (zarên cihûyan) di zemîn da binecî bikin û em tişta ku ewan, Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdûyan, ku xwe je di parizandin, bidine nîşanê wan.
7
Me li bal dîya Mûsa da (aha) niqandîye; "Tu ewê (zarokê) bimejîne. Gava (tu ji kuştina wî) tirsîyaî, îdî tu ewî bê tirs û bê mirûz bavêje nava ro. Loma bi rastî emê ewî li bal te da bizivirînin û emê ewê (zara te) bixne saî (li bal kesan da bişînin).
8
Îdî ji bona ku (Mûsa) ji wan (malîyên) Fir’ewn ra bibe neyar û kovan; malîyên Fir’ewn rastê (Mûsa) hatin, ji xwe ra birin. Loma bi rastî ji ber ku Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdukan jî (Mûsa hildane mala xwe) bûne ji wanê şehitî.
9
(Gava jina Fir’ewn, çav bi Mûsa ketîye, ji wan ra aha) gotîye: "Eva (zaroka hanê zarake wusa şirîn e) wê (ji bona min û te ra) bibe bîna çavan. (Fir’ewn!) hûn ewî (zarokî) nekujin, dibe ku ewa (zaroka) kêre me be, ya jî em ewî ji xwe ra bixne zar (li bal me bimîne). "Qe haja wan (bi serdaborya Mûsa) tunebûye.
10
Dilê dîya Mûsa ji pêştirê (kovana li ser Mûsa) ji hemî tiştî di wê şevê da vala ma bûye. Heke ji bona bawerîya wê ye, ku ewê bawer kiribû (Fir’ewn, Mûsa nakuje, loma me li bal wê da niqandibû, ku Fir’ewn nikare ewî bikuje) me li ser dilê wê da (bi vê bawerîyê) hewandin ne anîbûya (ji şabûnê) nêzîk bû, ku ji wan ra bêje: "(Eva zara min e)."
11
(Dîya Mûsa ji bona xwûşka wî ra aha) gotîye: "Li pey wan da here. Îdî (xwûşka Mûsa) dûr da (li pey wan da çû) li wan mêze dikir, haja (hevalên Fir’ewn) bi xweber jî qe (bi xûşka Mûsa) tunebûye.
12
Me hêj di berê da (mêjandina şîrê jinan) li ser (Mûsa) ne durist kiribû, îdî ji ber (ku Mûsa şîrê jinan nedimêt; Fir’ewn û malîyên wî geryan ku jinekî wusa bibînin, Mûsa şîrê wê bimije. Gava xwûşka Mûsa bihîst, ku ewan li jinan digerin, çûye bal wan aha ji wan ra) gotîye: "Hûn hez dikin, ku ez bina maleke wusa bidime nîşanê we, ewa (bina mala) ewî (zarokê) bê kêmaî mezin bikin û ji bona wî (zarokî ra jî) ewan bi xweber şîretan bikin?"
13
Îdî (ji piştî ku xwûşka Mûsa ji wan ra got: Ewan jî anîna wê jinikê litê kirin) ji bo ku çavê dîya (Mûsa) ji rê mêzekirinê hew bike û mirûz nebe, me (Mûsa) li bal dîya wî da zivirand, ji bona ku bizane bi rastî peymana Yezdan daî, maf e, lê pirê wan bi xweber jî (bi vê bûyerê) nizanin.
14
Gava (Mûsa) gehîjte sedra xwe, burha (Mûsa) îdî rast bûye, me ji bona wî ra berewanî û zanînek daye. Ewanê qencî kirine hene! em ewan bi vî awaî xelat dikin.
15
(Di royekî da) haja kesî (bi Mûsa) tunebûye (Mûsa) çûye bajar. Îdî (di bajar da) ewa rastê du mêran hat; ku ewan li hev dixistin: Yek ji wan herdu mêran, ji komalê (Mûsa) bûye, ewê maî jî, ji neyarê wî bûye. Îdî ewê ji komalê Mûsa (ji bona arîkarîya xwe) di hemberê neyarê xwe da, hewar (li Mûsa) kirîye. Îdî Mûsa jî sîlek li wî ê (neyar) xistîye, ewê neyar mirîye. (Gava Mûsa kuştina neyar dibîne aha) dibêje: "Bi rastî eva kirina hanê ji kirine pelîd in. Loma bi rastî pelîd neyarekî rê wundanokê xwûya ye."
16
(Mûsa paşê aha lava kirîye) û gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min li xwe cewr kirîye, îdî tu min bibaxişîne", (Yezdan jî) ewî baxişandîye. Loma bi rastî ew baxişkarê dilovîn e.
17
(Mûsa aha jî) gotîye: "Xudayê min! Ez bi wan qencîyên ku te bi min kirîye; bi sedema wan qencîyan, îdî ez ji bona wan nûsîtemkaran ra nabime piştevan.”
18
Îdî (Mûsa) di bajar da bi tirs dîdevanî dikir, gavekî (dêna xwe daê) ku ewê duh li wî hewar kirîye; dîsa hewar (li Mûsa) dikir. Mûsa ji bona wî ra (aha) gotîye: "Bi rastî tu li ber çavan merivekî ji ava rû derketîyî."
19
Îdî gava (Mûsa) vaye, ku neyarê xwe herdukan bigire, ewê (neyar ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Qey te duh ça merivek kuşt, tu divê ku min jî wekî wî bikujî? (Mûsa! Bi rastî) tu (bi van kirinê xwe) nabî ji aştîkaran, le tu divê, ku tu di zemîn da bibî (mêrekî) zorbe."
20
Mêrek ji kûraîya bajar bi lez hat bal (Mûsa) ewî (ji Mûsa ra aha) got: "Mûsa! Bi rastî ewa koma pêşrewan, ji bona kuştina te civîyane (heke tu guhdarya min bikî) were (ji bajar) derkeve (here). Loma bi rastî ez ji bona te ra şîretan dikim."
21
Îdî (Mûsa) bi tirs (ji bajar) derket, li dora xwe mêze dikir (aha lava dikir) digot: “Xudayê min! Tu min ji komalê cewrkar fereste bike."
22
Gava (Mûsa) ber bi alîyê (bajar ê) Medyenê da (çûye aha) gotîye: "Bi rastî ez guman dikim, ku Xudayê min bi rastî min bîne rîya rast."
23
Gava (Mûsa) çû gîha ava (bajarê) Medyenê, li ser avê rastî komake ji merivan hat, ewê (komê tarişê) xwe av didan. Ji wan wêda rastê du jinan jî hat (dêna xwe da wan jinan, ku ewan) berya (tarişê xwe ji av vexwurinê) digirtin. (Mûsa ji wan herdu jinan aha pirsîye û) gotîye: "Hûn herduk li vira çi dikin û (tarişê xwe ji bo çi para da didin)?" Ewan (herdu jinikan ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bavê me kalekî mezin e (ji wî pêştir jî kesekê me tune ye) heya şivan tarişê xwe av nedin para da neçin, em tarişê xwe av nadin."
24
Îdî (Mûsa) ji bona wan herdu (jinan ra tarişê) wan av daye paşê ewî pişta xwe daye wan, çûye binê sîhê, paşê ji (Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî tu li bal min da çi bihênirî (ez bi wî qayîl im) loma ez hewce û birsîme."
25
Îdî paşê yek ji wan herdu jinikan bi şermokê hate bal (Mûsa) ewê (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: “Bavê min gazî te dike, ji bo ku kirya wê avdana te ji me ra kirîye bide te. Îdî gava ewa hatîye û serdaborya xwe ji (bavê wê ra) gotîye. (Bavê wê ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) îdî tu netirse, loma tu ji komalê cewrkar fereste bûî."
26
Yekê ji wan herdu keçikan (ji bavê xwe ra aha) gotîye: "Bavo! Tu ewî (ji bona me ra bi şivanî) bigire, loma bi rastî ewa (ji wan şivanên) ku te heya naha ji bona me ra girtine (ji hemîşkan jî) bi hêztir û ewletir e."
27
(Bavê wan herdu keçikan, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) ez divêm, ku yekê ji van herdu keçikê xwe li te kevîn bikim; heke tu heşt salan ji bona min ra bixebitî. Îdî heke tu evî danê hanê bixî deh salan (ji bona min ra bixebitî) şixwa tu li bal xwe (qencîyan dikî). Ez navêm, ku ji te ra zehmetê bidim. Bi hezkirina Yezdan tuê bibînî, ku ez ji aştîkaran im."
28
(Mûsa bersiva wî aha daye û) gotîye: "Eva axiftina te, di nîveka min û te da (peymana dane dîyarîyê) îdî ez ji wan herdu dana, kîjanî biqedînim, pey wî da neyartî (û xeyîdandin) li ser min tune ye. Yezdan bi xweber jî li ser tişta ku em dibêjin cînîştîyê me ye."
29
Îdî gava Mûsa danê xwe qedandîye, bi malîyên xwe va derketine li rêya xwe çûne (di şevê da) li kêleka (rastê çîya ê) Tûr agirek dîtîye (ji bona malîyên xwe ra aha) gotîye: "Hûn li vira bihewin; bi rastî min agirek dît (ezê herme wura). Loma dibe ku ez ji wura ji bona we ra axiftinekî bînim, ya jî ez hinek kozê agir bînim, ku hûn li dora wî da bitelizin."
30
Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji alîyî newalê rastê di wî zemînê pîroz da ji darê hate gazîkirinê (aha) got: "Mûsa hişyarbe! Bi rastî ez Yezdanê Xuda ê cîhanê me."
Sonraki 30 ayet →