Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Neml 1 / 93
1
T.S. (hey bi arşa van tîpên ji hevçûyî Yezdan dizane). Eva beratên Qur’anê û Pirtûka hizwartîne
B.M.Amin 27:1
2
Ewan beratan ji bona bawergeran, beled û mizgînîyek e.
B.M.Amin 27:2
3
Ewanê ku nimêja xwe dikin û (baca malê xwe) didin û di nêzîk da jî (bi danê para da) bawer dikin hene! (bawerger) ewan in.
B.M.Amin 27:3
4
Bi rastî ewanê, ku (bi danê) para da bawer nakin hene! Me kirina wan ji bona wan ra xemilandîye. Îdî ewan bi xweber jî, di kirinê xwe da kor mane.
B.M.Amin 27:4
5
Ewanê, ku ji bona wan ra sikê şapata heye, hene! Evan bi xweber in, evanan di para da jî pir zî­yan kirine.
B.M.Amin 27:5
6
Bi sond (Muhemmed!) eva Qur’ana ji bal (Yezdanê) bijejke yê pir zana, li bal te da hatîye niqandinê.
B.M.Amin 27:6
7
Di gavekî da Mûsa ji bona malîyên xwe ra (aha) gotibû: "(Malîyên min! Hûn li vira bihewin) bi rastî min agirek dît (ez ê herime bal wî agirî) ya ez ê ji wura, ji bona we ra peyvekî bînim (ku em rêya xwe bîbînin têda herin) ya jî ez ê ji bona we ra kozekî agirê gur bînim, ku hûn li dora wî agirî bitelizin.
B.M.Amin 27:7
8
Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji bona (Mûsa ra aha) hatîye gazîkirinê: "Ewanê di agir da ewanê li do­ra agir da jî (hemî jî) pîroz in. Bi rastî Yezdanê Xuda ê cîhanê ji hemî kêmayan paqij e."
B.M.Amin 27:8
9
"Mûsa! Rastî ev e: Yezdanê servahatî bijejke heye! Bi rastî ewa ez bi xweber im."
B.M.Amin 27:9
10
"Û tu gopalê xwe baveje. Ga-va (Mûsa kopale xwe avît) dîna xwe dae, ku (ewa kopale wîyî mezin) wusa dimiinûle wekî tîremarekî xwe daveje. (Mûsa ji tirsa) para da revya qe li pey xwe meze nekir.(Me li bal Mûsa da aha gazî kir), "Mûsa! tu netirse, loma bi rastî li bal me saî natirsin."
B.M.Amin 27:10
11
"Ji pêştirê wî kesê, ku cewr kiribe, paşê ji piştî sikatîya kirîye, ewa (sikatî) bi qencîyan guhurîbe (di hemberê van da jî) bi rastî ez baxişkarê dilovîn im."
B.M.Amin 27:11
12
"Û (Mûsa!) tu destê xwe bixe bêrika xwe, wê destê te ê bê qilêr, spî û çîl derkebe. Tu bi van neh beratan va here bal Fir’ewn û komalê wî. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin, ji rêya rast derketine."
B.M.Amin 27:12
13
Îdî (ji piştî ku Mûsa) bi beratên me yên xûya va hatine bal (Fir’ewn û komalê wî da). Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bi rastî evan (beratan) ançên xûya nin."
B.M.Amin 27:13
14
Ewan bi dilê xwe (bi rastîya wan beratan dizanîyan) lê bi xweber li xwe cewr kirine û quretî kirine û bi wan (beratan) bawer ne kirine. Îdî tu mêze bike, ka encama tevdanokan çane!
B.M.Amin 27:14
15
Bi sond! Me ji bona Dawûd û Suleyman ra zanînek dabû. Ewan herdukan (aha) gotibûn: "Em ji bo­na wî Yezdanê, ku em li ser pir kesên ji bendeyên xwe yên bawerger, rûmetdar kirîye; sipasî dikin."
B.M.Amin 27:15
16
Suleyman bûye ûrta Dawûd û ewî ji bona kesan ra (aha) gotîye: "(Gelî) kesan! Bi rastî zimanê çûkan ji bona me ra hatîye hînkirinê û ji bona me ra ji hemî tiştan (par) hatîye dayînê. Bi rastî evan (hînkirin û dayîn) bi xweber jî rûmeteke xûya ye."
B.M.Amin 27:16
17
Ji bona Suleyman ra ji cunûk û ji komelê kesên mayî û melan (teyr) hemî leşkerê wî hatine civandinê: di cihekî da ji bo­na (Suleyman ra) pêş û paşê wan hemî li ser hev da dihatin.
B.M.Amin 27:17
18
Ewan çûn heya hatine wî cîhê (bi nav) Wadineml yekê ji morîstangan (aha) gotîye: "Gelî morîstangan! Bikevine êwirên xwe; ji bo ku Suleyman û leşke­rê xwe va, we bi nezanî nepelixînin."
B.M.Amin 27:18
19
Îdî (Suleyman) bi gotina wê (morîstangê) beşaşbû; kenîya û (aha lava kir û) got, "Xudayê min! Ji bo ku ez di hemberê wan qencîyên te ne, te li ser min û bavê min kirîye û ji bo ku ez karê aştî bikim, tu jî pê qayîl bibî tu min bixe fermana xwe (ku ez bi goti­na te bikim) sipazîya te bikim û tu bi dilovanîya xwe min bixe nava bendeyên xwe yên aştîkar."
B.M.Amin 27:19
20
(Dema Suleyman li çûkan mêze kir), melê (bi nav Suleymanê dunikil ne dît) wunda bibû. Îdî (Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotibû: "Ka ji bo çi ez Suleymanê dunikil nabînim, ya jî wunda bûye?"
B.M.Amin 27:20
21
"Ya ez ê şapateke zor mezin bidime wî, ya jî ez ê serê wî jêkim, ya jî ewê (ji bona ne hatina xwe ra berateke) bi hêzê hizwartî bîne."
B.M.Amin 27:21
22
Îdî hindik man (Suleymanê dunikil hat, ji bo­na Suleyman ra aha) got: "Tişta qe te pê nizanbû, min ewa zanî. Ji (welatê bi nav) Seba min ji te ra peyveke rast anîye."
B.M.Amin 27:22
23
"Bi rastî (di wura da) ez rastî jineke wusa hatim, Serokatîya wan dikir û ji hemî tiştan ji bona wê ra hatibû dayînê û ji bona wê ra textegahekî mezin jî hebû."
B.M.Amin 27:23
24
"Ez rastî wan hatim (min dêna xwedayî) ku ewa (jinika) û komalê wê ji pêştirê Yezdan, secdê ji bona rojê ra dibirin: Pelîd ji bona wan ra (eva kirina) wa yên hanê xemilandibû. Îdî (Pelîd bi vê kirina xwe) ewan ji rêya rast dabûne fetilandinê, loma îdî ewan bi xweber jî naêne (rêya rast)."
B.M.Amin 27:24
25
"Ma qey nediba, ku ewan ji bona wî Yezdanê, ku di ezmanan da evê û mijê di zemîn da jî heşînayî û xunav û rewaran derdixe, secdê beherin? Û hûn çi veşerin û hûn çi jî eşkere bikin, hey ewa (Yezdana) pê dizane."
B.M.Amin 27:25
26
"Ewê ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye, heye! Ewa ye Yezdanê (maf). Ewa (bi xweber jî) xweyê arşa (mana) mezin e."
B.M.Amin 27:26
27
(Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Em ê mêze bikin, ka gotinê te rast in, ya jî tu ji wan ê derewçîn î."
B.M.Amin 27:27
28
"Tu evê nama min behere li bal wan da bavêje; paşê pişta xwe bi­de wan, mêze bike, ka îdî ewanê çi (bisyarê) bizivirînin."
B.M.Amin 27:28
29
(Gava Suleymanê dunikil, na­me avête bal wan; jinikê ji koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî rîspîyên min! Bi rastî li bal min da nameke rind hatîye avêtinê (ka hûn di mafê wê namê da çi dibêjin)?"
B.M.Amin 27:29
30
"Ewa nama ji (merivekî bi nav) Suleyman hatîye û di serê wê na­mê da eva peyva heye, "bi navê Yez­danê Dilovan ê Dilovîn."
B.M.Amin 27:30