1
T.S.M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane).
2
Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne.
3
Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî.
4
Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan).
5
Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine.
6
Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl dibe) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were.
7
Ma qey ewan li bal zemîn da mêze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye?
8
Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin.
9
Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
10
Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar.
11
(Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin?
12
(Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê."
13
"Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne."
14
"Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin."
15
Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin."
16
"Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne."
17
"(Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî."
18
(Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî?)"
19
"(Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î."
20
(Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm."
21
Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan,"
22
"Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu dixî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye)."
23
Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye)?"
24
(Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e)."
25
(Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?”
26
(Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî.
27
(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe."
28
(Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da heye (ewa) bi xweber e."
29
(Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bona xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da hatine avêtinê."
30
(Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî?)."
Sonraki 30 ayet →