Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Furkan 1 / 77
1
Ew (Yezdanê) ku li ser bendê xwe î (Muhemmed ra) pirtûka (bi nav) furqan hinartîye; ji bo ku ewa (pirtûka) bibe hişyarî ji bona gerdûnê ra pîroz e.
B.M.Amin 25:1
2
Ewê ku maldarî û seroktîya ezman û zemîn ji bo­na wî ra ne heye! Ewa (Yezdan e). Ewî qe ji bona xwe ra tu zar ne girtine û ji bona wî ra tu hevrî jî, di maldarî û seroktîya wî da tune ye. Û ewî hemî tişt afirandîye, îdî (ewî hemî afirandinê xwe) bi pîvanî (danîne rêzikê wusa, ewan bi xweber pîvandina xwe pêk tînin) dixebitin.
B.M.Amin 25:2
3
Ewan (kesan) ji pêştirê (Yezdan ji bona xwe ra) ilahên wusa girtine, ku ewan (ilahên wan) qe tu tiştî na-aferînin, ewan bi xweber jî hatine afirandinê. Û ewan ji bona xwe ra jî qe tu kar û zîyanê nikarin bikin û ewan nikarin mirin û jîn û (ji piştî mirinê) rabûnê jî bikin.
B.M.Amin 25:3
4
Ewanê bûne file hene! (aha) gotîbûne: "Eva Qur’ana hey virike; (Muhemmed ewa) ji ber xwe bi vir bi rêk xistîye û hinek komalê mayî jî (wekî cihû û mexînî û mecûsan) arîkarîya wî kirîne (eva Qur’ana hûnandine)." Bi sond! Ewan (kesan) îdî cewr û derewê bê binî anîne (gotine).
B.M.Amin 25:4
5
Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva Qur’ana hanê çîvanokê berêne (Muhemmed) ewan dide nivîsandinê, îdî di sibeh û evaran da ji bona (Muhemmed) ra tê xwendinê.
B.M.Amin 25:5
6
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê ku bi veşartîyên di ezman û zemîn da heyî, dizane, ewî eva (Qur’ana) hinartîye. Loma bi rastî ewa pir baxişkarê dilovîn e.”
B.M.Amin 25:6
7
Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva çi saîyek e (ça dibe pêxember, ka mêze bikin?) xurekan dixwe û di kuça da jî digere. Heke li bal wî da firiştek bihata hinartinê, îdî ewî firişteyî jî bi wî ra hişyarî bikira (dibû ku me bi wî bawer bikira)."
B.M.Amin 25:7
8
"Ya jî li bal wî da xezînek hatibûya avêtinê (ku îdî ewî derdê bê pûlî nedîta) ya jî ji bona wî ra bostanek hebûya, îdî ewî (pêxemberî) ji wî bostanî bixwara (derdê birçîbûnê nedîta, diba ku me bi wî ba­wer bikira)." Ewanê cewrkar jî (aha) gotine: “(Gelî kesan!) bi ras­tî hûn bûne peyrewê mêrekî wusa, li wî hatîye ançkirin."
B.M.Amin 25:8
9
(Muhemmed!) Tu mêze bike (ewan kesan) ji bona te ra çi heçwekî çê kirine! Îdî ewan ji rêya rast) derketine, wunda bûne; ewan ji bona xwe ra qe tu rêyekî nikarin bibînin.
B.M.Amin 25:9
10
(Ew Xudayê) ku heke bivê we ji van (gotinê) wan qenctir ji bona te ra qencîyan pêk bîne, çiqa pîroz e! (Ewan qencîyên Xuda, ku ji te ra dide hene!) ewa bihişta di binê (darê wê da) çem dikişe û wê (di wê bihiştê da) ji bona te ra koşkan jî bigire.
B.M.Amin 25:10
11
Ewan (kesan bi tenê di mafê te da evan gotin, te­nê ne gotine; lê ewan) danê rabûna hemî jî dane derewdêrandinê. Me jî ji bona wanê ku danê rabûna hemîtî didine derewdêrandinê, doja agir ê hilopît amade kirîye.
B.M.Amin 25:11
12
Gava ku ewan (kesan) ewî agirî ji cîyekî dûr da dibînin, ewan ji wî agirî hêrs û qîr û mirinîyê dibêhên.
B.M.Amin 25:12
13
Di gava, ku bi hev va têne girêdanê, li cîyekî dojeyî teng da têne avêtinê, ewan di wura da gazî mirinê dikin; (ka mirin! Tu li kuderêyî, were canê me bistîne, ku em ji vê şapatê felat bibin).
B.M.Amin 25:13
14
(Ji wan ra tê gotinê): “Hûn di îro da gazî mirinekî bi tenê nekin, hûn gazî pir mirinan bikin (loma çiqa hûn bişewitin werme temtêla mirinê, hûnê dîsa bêne jîtinê)."
B.M.Amin 25:14
15
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (ji bona we ra eva agir a) qencî bû, ya jî ewa bihişta her heya ku ji bo­na xudaparizan hatîye peymandanê, qencî bû? Ewa ji bona (xudaparizan) xelat û êwirgah e.
B.M.Amin 25:15
16
Tişta ku ewan (xudapariz bivên) di wê da ji bona wan ra heye. Ewanê di wê da her gavê bimînin. Eva (xelat a xudaparizan) peymaneke wusa ne li ser Xudayê te bi vê nevê ye.
B.M.Amin 25:16
17
Di roya (ku Xudayê te) ewan (filan) bi tevê wan (ilahên) ku ewan ji pêştirê Yezdan, ji wan (ilah ra) perestî dikirin, dicivîne; îdî (Xudayê te) ji wan perestdaran (dipirse aha) dibêje: "Ma qey we evan bendeyên min ê hanênan ji rêya rast dane wundakirinê, ya jî ewanan bi xweber rêya rast wunda kiribûn?"
B.M.Amin 25:17
18
Ewan (perestdaran aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Em te ji kemasîyan diparisînin, babet nîne ji bona me ra, ku em ji pêştirê te, ji xwe ra serkaran bigirin, lê te berxwudarî da wan û bavê wan, heya ewan jî tu bîrva kirine. Şixwa ewan bi xwe­ber jî komalekî teşqele bûne.
B.M.Amin 25:18
19
Îdî ka (gelî filan! bêjin;) vanê evan perestdarê we jî, we didine derewdêrandinê (ji bo çi hûn ji rêya rast derketin?) îdî di wê (gavê da) hûn ne dikarin şapatê ji xwe bidine para da û ne dikarin arîkarîya hev jî bikin. Kîjan ji we cewrê bike, bi rastî emê bi wî şapateke mezin bidine çeşnekirinê.
B.M.Amin 25:19
20
Me çiqa di berya te da saî şandine, hey ewan jî xwurek xwurine û di kunça da jî geryane. (Gelî kes û pêxemberan!) me hinek ji we, ji bona hinekên we ra xistîye sedema ceribandinê. Ka (gelo hûn) di hemberê hev da hewdanî dikin? Bi rastî Xudayê te (hemî tiştî) dibîne.
B.M.Amin 25:20
21
Ewanê guman nakin, ku wê (di dawiyê da) li bal me da werin, hene! (aha) gotine: "(Ji bona bawerîya me ra) ne diva (ku Yezdan) bi ser me da firiştek bihinarta, ya jî ne diva, ku me Xudayê xwe bidîta (me paşê bawer bikira)?" Bi sond! Ewan di hundurê xwe da, xwe mezin kirine, ewan bi deliqandineke mezin ji tixûbê xwe borîne.
B.M.Amin 25:21
22
Di roya ewan (gonehkaran) firiştan dibînin, di wê royê da ji bona gonehkaran tu mizginî tune ye (firiştan ji wan ra aha) dibêjin: "Ji bona (we ra mizgîn hatîye) qedexekirinê."
B.M.Amin 25:22
23
Me li bal wan da kirinê wan pêşkêş kirîye (loma ewan di cîhanê da guman dikiribûn, ku ewan qencî dikin) îdî me ewan kirinê wan xistîye ber bayeke ji hev çuyî, maye.
B.M.Amin 25:23
24
Hevrîyên bihiştî di wê royê da, di qencê êwrandanin û di rindtirê şûnê geşt a da nin.
B.M.Amin 25:24
25
Di roya ku ezman bi sedema ewrên sipî ji hev diçirin û firiştan bi hinartinekî (li pey hev) dihinirin.
B.M.Amin 25:25
26
Seroktî bi rastî di wê royê da ji bona (Yezdanê) dilovan ra ne. Bi rastî ewa roya li ser filan royeke zor teng e.
B.M.Amin 25:26
27
Di wê royê da merivê cewrkar her du destê xwe dixe devê xwe (digeze, aha) dibêje: "Xwezîka min bi saîyê (Yezdan) ra rêya serfırazê girtibûya."
B.M.Amin 25:27
28
"Xwelî li min be! Xwezîka min evê (ku ez ji rêya rast derxistime, ji bona xwe ra) bi hevaltê ne girtîbûya!"
B.M.Amin 25:28
29
"Bi sond! Ji piştî hatina rastîyê li bal min da, ewî ez ji rêya (rast derxistime). Şixwa pelîd ji bona merivan rûreşîyek e (ji piştî merivan ji rê derdixe, merivan bi tenê dihêle û diçe)."
B.M.Amin 25:29
30
Û saî jî (aha) gotîye: "Xudayê min! bi rastî komalê min, eva Qur’ana ji bona xwe ra dest berdanok girtîbûne (ji vê Qur’anê bi hemîtî dest berda bûne, qe haja wan ne maye)."
B.M.Amin 25:30