1
Eva, ku me hinartîye û (me fermanê wê li ser we) bi vê nevê; kirîye, ewa ferkerek e. Dibe ku hûn ji wê (ferkerê biryarên me) bîra xwe bînin. Me di wê (ferkera da) beratên hizwartî hinartine.
2
Ewan jin û mêrên karê xirab dikin hene! (Gava ewan karê xirab kirin) îdî ji bona her yekê ji wan ra, hûn sed darî lexin. Heke hûn bi rastî bi Yezdan û bi roya dawîyê bawer dikin, hûn di ola Yezdan da mêhrivanî nekin; (ola wî ça ferman dike; hûn wusa pêk bînin). Û bira desdekî ji bawergeran jî li celata wan herdukan nihrewanî bikin.
3
Mêrikê zinakar, hey bi jina zinakar, ya bi jinika hevrîçêker ra, dikare kevîn bibe. Jinika zinakar jî hey dikare bi mêrê zinakar ra, ya jî bi mêrê hevrîçêker ra kevîn bibe. Eva kevînîya hanê li ser bawergeran hatîye ne duristkirinê.
4
Ewan mêrên ku pizan davêjine wan jinê dawparêz, paşê jî çar nihrîvan ji bona (piza xwe yê gotî ra) nayne hene! Îdî hûn heştê darî li wan bixin û hûn bi tu carî ji wan nihrewanî litê nekin. Bi rastî evanan ji rîya rast derketine.
5
Ji pêştirê wanê, ku ji piştî piza xwe poşman bibin û aştî kiribin. Loma bi rastî îdî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
6
Ewan merivên ku ji bona zoya (xwe ra, eva zinakar; dibêje) hene! Heke ji bona wan ra ji wan pêştir qe tu nihrewan tune be, berewanîya wan aha ne; her yek ji wan nihrewanîya xwe wê aha bide: Çar caran her yek ji wan wê aha beje, "Bi Yezdan ez sond dixum, ku ez (di vê gotina xwe da) ji rastbêja me."
7
Cara pênca da (aha bêje): "Deherandina Yezdan li ser min be heke ez derewan dikim."
8
Heke jinik jî çar caran aha nihrewanî bike û bêje: "Bi Yezdan ez sond dixum, ku zoya min ji vireka ne."
9
Cara penca da jî wê aha bêje: "Xeşma Yezdan li ser min be heke zoya min ji rastbêjan e." Celat li ser wê jinikê radibe.
10
Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya û heke Yezdan baxişkarê bijejke ne bûya (wê gavê we yê ça bikira)?
11
Bi rastî ewanê, ku bi pizan hatine (eva peyva hanê avêtine nava kesan) hene! Ewan komeke ji we ne. Hûn goman nekin, ku ewa (peyva wan anîye) ji bona we ra (li bal Xudayê we) tiştekî sik e. Lê ewa (kirina wan li bal Xudayê we) ji bona we ra qencîyek e. Ji bona her yekê (ji wan kesên ku eva peyva pizan anîye) çi ked kirine ji gonehan (hemberîya wan gonehên wan, ji aşîtan heye). Ewê mezin yê ji wan, ku aborya vê peyvê kirîye heye! Ji bona wî ra şapatek e mezin heye.
12
Xwezîka gava we ewa (peyva) bihîst, mêr û jinên bawer kirine, gomana qencîyan (ji xûşka xwe) bikirinan (aha) gotîbûyan: "Eva gotina, hey pizeke xûya ye."
13
Ma qey ne diva, ku ewan li ser vê piza xwe, çar nihrewan bianînan? Îdî heke ewan çar nihrewanan (ji bona vê peyvê xwe) neynin, bi rastî ewan li bal Yezdan bi xweber derewkar in.
14
Heke di cîhan û para da rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, we bi van nav û nûçikên, ku hûn têda noq bûne, şapateke mezin bi we bigirta.
15
Loma haja we qe pê tune bû, we ewa (peyva) bi zimanê xwe ji hev ra digotin, hûn goman dikin, ku eva (gotina hanê) hêsanî ye, lê ewa (gotina) li bal Yezdan gonehekî pir mezin e.
16
Xwezîka gava we ew (peyva) bihîstibû, we (aha) gotîbûya: "Babet nîne, ku em bi vê (peyvê) biaxivin. Na (wusa nîne); em te ji van (gotinan) paqij dikin, eva hey pizeke mezin e."
17
Heke hûn bi Yezdan bawer dikin, ewa li we şîretan dike, ku hûn carekî dinê tiştekî aha nekin.
18
Yezdan ji bona we ra biryarên (xwe bi vî awayî) hizwartî dike. Bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
19
Bi rastî ewan (du rû ne) ku hez dikin, di nava wanê; bawerger da hîz û fuhûşê belav bikin hene! Ji bona wan ra di cîhan û di para da şapatek e dilsoz heye. Yezdan (bi van tiştan) dizane, lê hûn bi wan nizanin.
20
Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya (wê şapateke mezin bi we da bihata) û bi rastî Yezdan mêhrivanê dilovîn e.
21
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn nebin peyrewê şopên pelîd. Bi rastî kîjan bibe peyrewê şopên pelîd, îdî bi rastî pelîd, hey fermana bi fehşa û sikatîyan dike. Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, tu kesekî ji we (ji qirêj û sikatîya gonehan) paqij ne dibû. Lê Yezdan evînê xwe (ji gonehan) paqij dike. Bi rastî Yezdan bihîstvanê pirzan e.
22
Ewanê ji weyên, bi rûmet û maldar hene! Bira sond nexun, ku ji malê xwe qe tu tiştî ji bina pismam û belengaz û ewanê di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç kirine derketine, nedin. Û bira (ewan) baxişandin û borandina ji kêmayan bikin. Ma qey hûn hez nakin, ku Yezdan we bibaxişîne? Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
23
Bi rastî ewanê, ku pizan davêjine wan jinên dawpariz yên bê gomanê (ji fehşayê) û bawer kirine, hene! Di cîhan û di para da jî, ji dilovanîya Yezdan hatine deherandinê, ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
24
Di wê royê da ziman û dest û pê wan bi kirinê wan li ser wan nihrewanî (şahidî) didin (gelo temtêla wana ça be?)
25
Di wê royê da ne, ku Yezdan bi mafîtî xelat û celata wan bi hemîtî dide wan. Ewan jî dizanin ku Yezdan mafekî xûya ye.
26
Loma bi rastî peyvên sik ji bona merivên sik ra ne û merivên sik jî ji bona peyvên sik ra nin (ewan peyvên sik dibêjin). Peyvên paqij ji bona merivên paqij ra nin, merivên paqij ji bona peyvên paqij ra nin (ewan peyvên paqij dibêjin). Ewanan ji wan (pizên) ku ewan (durûyan) gotine, paqij in (haja wan pê tune ye). Ji bona wanan ra baxişandin û rozîyên rind hene.
27
Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! heya hûn destûrê nestînin, ji pêştirê xanî yên xwe, nekebine tu xanîyên mayî (dema we ji bona ketinê destûr stand, hûn çûne wan xanîyan) hûn selaman li wan rûniştîyê wan bikin. Bi rastî heke hûn biponijin, bi vî awayî (çûna xanîyên mayî yan) çêtir e û qenctir e.
28
Îdî heke hûn di wan (xanîyan da) rastî tu kesî ne hatin, dîsa heya ji bona we ra destûr neyê dayînê, hûn nekebine wan (xanîyan). Heke ji bona we ra (aha hate) gotinê: "Para da bizvirin." îdî hûn para da bizivirin, ji bona we ra para zivirandin qenctir e. Loma tişta hûn dikin, Yezdan pir pê dizane.
29
Ewan xanîyên, ku tu kes têda rûnanên, lê di wan da jî kelmelê we hebe, li ser we tu zîyan çênabe. Çi tişta hûn dîyar bikin, ya jî veşêrin hey Yezdan pê dizane.
30
(Muhemmed! tu ji bona wan mêrên bawer kirine aha) bêje: "Hûn gelî bawergerên mêr! Çavê xwe (li mêzekirina ne duristîyan) bigirin û hûn dawa xwe (ji fehşayê) biparisînin. Eva kirina we (bi vî awayî) ji bona we ra paqij û qenctir e. Loma ewan çi bikin, Yezdan bi kirinê wan agahdar e."
Sonraki 30 ayet →