Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Müminun 1 / 118
1
Bi sond ewanê bawer kirine hene! Ewan felat bûne.
B.M.Amin 23:1
2
Ewan (bawergeran) di nimêja xwe da, ji bona (Yez­dan ra) rûmetdarî dikin.
B.M.Amin 23:2
3
Ewan ji (mujûlîyên) bê amaç, rû fetilandine.
B.M.Amin 23:3
4
Ewan baca (malê xwe) dane.
B.M.Amin 23:4
5
Ewan ji bona (dawa xwe ra) parisvanî kirine (jin û mêr herdukan jî).
B.M.Amin 23:5
6
(Parisvanîya wan, ji bona bîyana ra ne) ne ji bona zoya wan ra ne, ya jî ji pêştirê zo ya xwe û ji pêştirê wan ê ku (peymana mal anîne dane wan qerewaşan) bi wê peymanê qerewaş hildane binê destê xwe. Îdî (bawerger di razana tevê van hadukan jî) nayêne nav û nuçûk kidrine.
B.M.Amin 23:6
7
Îdî kê ji van (salixan) pêştir, paş da li bal hinekî mayî ra here, bi rastî ewan ji tuxûbê xwe borîne.
B.M.Amin 23:7
8
Ewan ji bona enamet û peymana (xwe yê dayî ra) pêkanok in.
B.M.Amin 23:8
9
Ewan ça hatine fermankirinê (ji bona nimêjê) wusa nimêja xwe dikin.
B.M.Amin 23:9
10
Ewanê di binê ûrt, evan in.
B.M.Amin 23:10
11
Ewanê ku di binê ûrta bihişta bax û rezan hene! Evan bi xweber in, ewanê di bihiştê da jî her bimînin.
B.M.Amin 23:11
12
Bi sond! Me (nişa) merivan ji melqeke ji herîyê afirandîye (ji he­rîyê parzun kirîye derxistîye).
B.M.Amin 23:12
13
Paşê me ewa melqa di şûneke bi hêz da xistîye aveke binmaye tîr hîştîye.
B.M.Amin 23:13
14
Me paşê ji wê ava binmaye tîr, zûrû afirandîye, îdî me ewa (zûrûya) xistîye xerêfk (wekî ava goşt dema sar dibe, dibe xerêfk, ewan zûrûyan jî wusa di binê xerêft (dimînin). Îdî paşê me ji wê xerêfkê hestî afirandine. Hêj paşê me ewan hestîyan bi goşt daye niximandinê. Me paşê ewa (hestûyê goşt lêwerger, bi reng û rûçik û candarî) ji nişa wî ya berê pêştir, xistîye afirandekî mayî hîştîye. (Tu mêze bike) Yezdanê pîroz, çiqa qenctirê afirandoka ne!
B.M.Amin 23:14
15
Paşê (ji piştî vê afirandinê) bi rastî hûnê bimirin.
B.M.Amin 23:15
16
Paşê (ji piştî mirina we) hûnê di roya rabûn a hemî da, rabin, ji bo (civînê) bêne şandinê.
B.M.Amin 23:16
17
Bi sond! Me li stûyê we da hevt çerxê felekê, ku di rîya (xwe da dimeşin) afirandine. Û em ji afirandina (wan) bê agah nînin:(Me hemî bi zanîn afirandîye).
B.M.Amin 23:17
18
Û me ji ezmana avek pîvaî hinartîye, îdî me ewa ava di zemîn da daye êwirandinê. Û (me ça şîyaye, ku me ewa ava hinartîye) em wusa dişîn, ewê (avê) beherin (wunda bikin).
B.M.Amin 23:18
19
Îdî me bi wê avê ji bona we ra rezên ji tirî û xurman çê kirine, ku di wan (rezan da) ji bona we ra berên pir hene û hûn bi xweber jî ji wan beran dixun.
B.M.Amin 23:19
20
Û me (bi wê avê) ewa dara, ku (li çîyayê bi nav) Tûrisîna derdikibe (heşîn) kirîye. (Ewa dara hêşîn dibe) rûnekî wusa dide (gava meriv) ewî rûnî li qote xwe dixin, pê xurina wan xweş dibe.
B.M.Amin 23:20
21
Bi rastî ji bona we ra di tarişan da ponijandinek heye. Em bi we ewî (şîrê) di zikê tarişan da heye, didine vexurinê, ji bona we ra di wan tarişan da hêj tiştên kêrhatî mayî jî hene. Hûn ji wan (tarişan, goştê wan) dixun.
B.M.Amin 23:21
22
Hûn li ser wan (tarişan) û li ser kêlekan têne sîyarkirinê (diçin).
B.M.Amin 23:22
23
Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi pêxemberî şandîye. Îdî (Nûh ji bona komalê xwe ra aha) gotîye, "Gelî komalê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji pêştirê wî, ji bona we ra qe tu (Yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Îdî qey hûn xudaparizîyê nakin?"
B.M.Amin 23:23
24
Îdî ewa desta ji pêşrewanê ko­mal ê (Nûhê) ku bûne file hene! (Ewan bersiva Nûh dane; ji hev ra aha) gotine: “Eva jî hey merivekî wekî we ye, eva divê, ku bi rûmetî xwe li ser we mezin bike. Heke Yezdan biva, wê di şûna wî da firiştek (bi pêxemberî) bihinarta. Me hêj di bavên xwe yî yekem da jî tiştên aha (ku ji merivan pêxember hatine şandinê) ne bihîstîye."
B.M.Amin 23:24
25
"Ewa (Nûh) hey mêrekî tepa dikebe (bi wî ra meçêtir he­ne) ji ber vî qasî hûn hinekî dîdevanîya wî bikin (ka encama wî ça dibe)"
B.M.Amin 23:25
26
(Nûh ji wê koma xwe bê goman maye aha) gotîye: "Xu­dayê min! Bi sedema, ku ewan min didine derewdêrandinê tu arîkarya min (di hemberê wan da) bike."
B.M.Amin 23:26
27
Îdî me li bal (Nûh da) niqandîye: ku ewa kelekê di binê dîdevanî û niqandina me da çêbike. Îdî gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û sitîla kelekê ji (kelê) ser da avêtibe (ya jî ava kelekê wekî tendûran kelyaye, kela wê bi ser da avêtîye) me (ji bona Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) Ji pêştirê wan malîyên te yên ku ji bona teşqeledana wan ferman ji me boriye, tu ji her zoyan duduyan (nêr û mêyan) û malîyên xwe jî bixe kelekê. (Nûh!) Tu ji bo­na wanê, ku cewr kiribûne; ji min lavaya (fereste ya wan) neke. Bi rastî ewanê di avê da bifetisin.
B.M.Amin 23:27
28
Îdî (Nûh!) gava tu û bi wanê bi te ra derketine ser kelekê hewyan (aha) beje: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em ji komalê cewrkar fereste kirine, sipazî dikin."
B.M.Amin 23:28
29
Û (Nûh! Tu aha jî) bêje; "Xudayê min! (Te em te­reste kirin, îdî) tu min bi qencê dahêlan, dahêle êwreke pîroz (ji bo ku em bikaribin xwe xweyî bikin). Şixwa Xuda! Ewan (mexzûvanê ku li bal wan) êwir çêdibe hene! Tu bi xweber qenctirê wan î jî.
B.M.Amin 23:29
30
Û bi rastî me çiqa (Nûh û komalê wî) bi van (serdaboryan) dane ceribandinê, le dîsa di wan (serdaboryan da ji bona we ra) beratên (derhoze) hene.
B.M.Amin 23:30