Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Hac 1 / 78
1
Gelî kesan! Hûn parizaya Xudayê xwe bikin, loma bi rastî heja danê (rabûna hemîtî) tiştekî pir mezin e.
B.M.Amin 22:1
2
Di wê royê da tu dibînî, ku hemî (dayîkên) şîrvan (ji şîr vexwurên xwe) para da diçin (ji tirsa şîr nadine berbistanê xwe) û hemî (dayîkên bizar, zara xwe datînin. Tu dibînî, ku meriv sermest in, lê ewan bi rastî serxwoş jî nînin: lê ji ber ku şapata Yez­dan pir zor e (ewan di wê temtêlê da têne xûyandinê).
B.M.Amin 22:2
3
Û ji kesan hinek hene, ku di mafê Yezdan (û ola wî da) qe tu zanîna wan tune ye jî, dîsa tekoşînê dikin (dibêjin: "firişte, zarên Yezdan in û roya hijmara kirinan tune ye.") Ewan (bi vî awayî) dibine peyrewê hemî pelîdên bi rik.
B.M.Amin 22:3
4
Li ser wî (pelîdî jî aha) hatîye nivîsandinê: " Kê pelîd ji xwe ra bixe serkar, îdî (pelîdê) ewî (ji rêya rast derxe) wunda bike, wê (pelîdê) ewî li bal şapa­ta doj a ku ağirê wî hilopît e, behere."
B.M.Amin 22:4
5
Gelî kesan! Heke hûn di rabûna ji piştî mirinê da dudil in, îdî hûn (li afirandina xwe ya cara yekem mêze bikin). Loma bi rastî me hûn di cara yekem da ji xwelîyê (bi termî) afirandine, paşê (me hûn ji ava hindikê bin mayî) afirandine; (ava şûna xwe da dimîne: sivikê wê diçe û giranê wê di şûna xwe da dimîne, me hûn ji wê ava hin-dik mayî afirandi­ne). Paşê (me hûn ji wan) zûrîyên, ku di nava wê avê da mabûne (afirandine) û paşe jî ji xerêfka avgoşt (afirandine; ava goşt gava sar dibe, dimeyî dibe xerêfk, zûrî jî gava hev digirin; wekî avgoştê dimeyîn dibine xe­rêfk). Ji bo ku em (hêza xwe) ji bona we ra dîyar bikin; em (ewê xerêfkê ya pêk) tînin (dane heyîkî dihelin) ya jî ewê (xerêfkê ji malberxka dayîk a wê davêjine) der-va. Tişta em bivên, ku ewî bixne heyî: em ewî di mal-berxka dîya wî da heya danê navdayî dihe­lin: paşê em we bi zartî (ji malberxka dîya we da) derdixin, paşê (ji bo ku hûn bigêhêjne) sedra xwe (di zanîn û his da, me hûn me-zin kirin) û hinek ji we hene! (ku hêj zar in) dimirin, hi-nek jî ji we hene! Heya danê wusa dimîne, ku (di wî danî da dixurufe) îdî ji piştî zanîna (xwe ya berê) qe tu tiştî nizane. (Hûn ça di van gavan da temtêla xwe diguhurin, wusa jî heyîyên mayî têne guhurandinê) tu dibînî, ku ze-mîn hişk bûye (mirîye) rût maye; îdî gava em avê li ser zemîn da dihênirin, zemîn diricife û gij dibe, ji hemî zone (hêşnaîyan: zone) rind hêşîn dike.
B.M.Amin 22:5
6
Eva (afirandina meriv û hêşnayan) wusa ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber (hebûnake) maf e, hey ewa mirya zindî dike. Loma bi rastî ewa li ser hemî tiştî şîye.
B.M.Amin 22:6
7
Û qe tu dudilî tune ye wê danê rabûna hemî tiştî were. Loma bi rastî Yezdanê hemî tiştên (veşartî) di goran da, wê rake, bişîne (civînê).
B.M.Amin 22:7
8
Hinek ji kesan hene! Ku qe tu zanîn û rêberî û pir­tûk jî jê ra tune ye, dîsa di mafê (hebûna) Yezdan da tekoşînê dike.
B.M.Amin 22:8
9
Ji bo ku rêya Yezdan li ber kesan wunda bike (bi quretî xwe dimilmîne, li çep û rastê xwe, xwe dihejîne, tekoşîna xwe ra dom dike). Ji bona vî ra di cîhane da riswabûneke mezin heye, di roya (ra­bûna hemî da jî) emê bi wî şapata şewatê bidine çeşne (tam) kirinê.
B.M.Amin 22:9
10
Bi sedema wan kedên, ku her du destê te kirîye, di pêş da şandîye, eva şapata hanê bi serê te da hatîye. Loma bi rastî Yezdan ji bo­na bendeyên xwe ra cewrkar nîne.
B.M.Amin 22:10
11
Ji kesan hinek jî hene, perestîya Yezdan ji alîyekî da dikin (bi hemî ola wî bawer nakin), heke ji wî ra qencîyek hatibe, ewa bi wê qencîyê dihewe (qînata wî pê çêdi­be). Heke ji wî ra aşîtek hatibe; hema li ser çavê xwe dikebe (dest davêje olan, bi xirabîya wan mijûl dibe). Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. Zîyana ber çavî eva ye.
B.M.Amin 22:11
12
(Ewan dest ji perestîya Yezdan berdane) perestîya wan tiştên pêştirê Yezdan dikin, ku ewan tiştan jî ji wî ra ne kar û ne jî zirar didin. Rêwundabûna dûr eva ye.
B.M.Amin 22:12
13
Ewan perestîya wan tiştên, ku zîyana wan ji kara wan pirtir nêzîkê wan e, dikin. Bi rastî perestîya wan çiqa sikê serkarîtîyê ye û çiqa sikê hevaltîyê ye!
B.M.Amin 22:13
14
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi rastî Yez­dan ewan dixe wan bihiştên di binê (darê wan da) çem dikişin. Loma Yezdan çi bivê, bi rastî ewî dike.
B.M.Amin 22:14
15
(Bi rastî Yezdan di cîhan û di para da, wê arîkarîya "Muhemmed" Pêxember bike). Kê goman bike, ku Yez-dan di cîhan û para da jî arîkarîya "Muhemmed” nake, îdî (gava dêna xwe dayê, ku Yezdan naha da arîkarîya pêxemberê xwe dike, hêrsa wî ji arîkardanê tê) ji bona hêrsdanîna xwe ra, bira serî li hemî çaran bixe; Ji bona xeniqandina xwe bira bendekî jor da dirêj bi­ke, paşê bira xwe darda bike (xwe ji zemin raqetîne) îdî bira mêze bike; gelo ew hêrsa wî ye ku ji arîkarîya Yezdan hatîye bi vê endeza wî da, dikare arîkarîya Yezdan ji (pêxember) bide para da?
B.M.Amin 22:15
16
Bi vî awaî me "Quran" bi berate-ne xwûyaî hinartîye. Bi rastî Yezdan ji kîja-nî ra biv e, ewî tîne rîya rast.
B.M.Amin 22:16
17
Bi rastî ewan 6 bawerkine û ewan, 6 Cuhû û ewan 6 Mexînî û Sterk perest O Agir perest Q ewan e Hevrî çeker hene! , (ewan bira bi hev ra tekoşîn e bikin). Bi ras­tî Yezdan e di roya rabûna hemî da, we di ı nava wan da berewanî bike. Loma bi rastî Yezdan li ser hemî tiştî dîdevane.
B.M.Amin 22:17
18
Maqey tu nabînî! çi kesne di azman O di zemîn da hene Q roj Q hîv û sterk û çîya ´ û dar û rawer û pire ji merivan hemî ji bona Yez­dan ra kunde di bin? Le şapat ji bona pire meri­van mafbûye. Loma bi rastî Yezdan kîjanî riswa bike, îdî ji bona wî ra tu-kes rûmet nagire. Bi rastî Yezdan çi bive, ewî dike.
B.M.Amin 22:18
19
Evanan du deste-ne; di maf e Xuda e xwe da bi hev ra tekoşîn kiri-ne. îdî ji bona we (dest a) file ra kincekî j i agir hatî-ye birîn e. Li ser ser e wan da, kem û xwûna kelyaî te rokirin e.
B.M.Amin 22:19
20
Bi we (kem O xwûna kelyaî) tişta di zi-ke wan da heyî bi teve çerm e wan va, tene biha-tin e.
B.M.Amin 22:20
21
Ji bona (wan zebanîne doje ra) topizne j i hesin hene.
B.M.Amin 22:21
22
Çiqa ewan (filan) vane, ku ji agir derkebin (îdî kovana şapat e ne kişinin, ewan zebanîyan bi wan topizan li ser e wan xistine, dîsa ewan filan) li bal we kovana agir da zivirandine (ji wan ra aha gotine,) "Hûn (gelî filan!) çeşna şapata şewat e bi­kin."
B.M.Amin 22:22
23
Ewan e bawerkirine û kar e aştî kirine hene! bi rastî ew behişta, ku (di bin e dare we da) cem di kisin hene! Yezdan e ewan bixe wura, ewan di we (behişte da) bi bazinne ji zer û lalan tene xemlandin e. Kence wan bi xweber jî (di behişte da) ji hevirmûşin. bide para da?
B.M.Amin 22:23
24
Ewan (bawerkeran di cihane da) li bal paqij e gotinan da; (ku ewa jî Peyva yekîtîye "laîlahe îlle-lah") e çûne. ewan li bal rîyaraste peşin van da çûne.
B.M.Amin 22:24
25
Bi rastî ewan e bûne file hene! ewanan (kesan) ji rîya Yezdan didine para da (nahelin meriv vrerne rî-ya Yezdan) wusa nahelin jî ku (meriv werne sertedana we) mizgevta (binav) mescid el heram; ku me ewa miz-gevta xistîye şuna (perestîya) hemî kesan, îdî ewan ke­san çi (di bajar e Melce da) runiştîbin, çi (Welat e) dûr e (Meke da bin) hatibine (Mek e) yeke (qe tu raqetana nîvek a wan tuneye). Ke bive jî ku (di Meke da) cewre bi rik bike (merivan ji sertedana we bide para da) bira bi zane! em e bi wî şapata dilsoz bidne çeşne kirin e.
B.M.Amin 22:25
26
Di gava, ku me ji bona "îbrahîm ra" şuna xenîye (miz-gevt) daye dîyarkin e (ku here ke­der e di para da li bal wura da bi fetile) me j i îbrahîm ra (aha) go-tîye; "(îbrahîm! tu) qe tu tiştîji bona min ra bi hevrîtî negire û tu xenîye min ji bona sertedanvanan û ji bona wan e li pîya (perestî di­kin) û jibona kuz (rûkû) ker û kundekeran, paqij bike."
B.M.Amin 22:26
27
Û (ibrahim!) tu jî ji bo-na sertedana (xenî) eazî hemî me­rivan bike, îdî (ji pişti gazî kirin e) we merive peya û yajî siwarî di hemî alyan da (dûr u nezîk da) werne bal te.
B.M.Amin 22:27
28
(Meriv e werin) ji bo ku dîdevanîya qendne ji bona wan ra hene, bikin. (Yezdan) ji bona wan ra tariş bi rozînî daye, li ser wan tarişan (dema gorîkirine da-Qurban) nev e Yezdan bira bi xwûnin. îdî hûn ji (goş-te) wan (goryan) bi xun û hûn ji bona wan hevcene xe-zan ra jî bidne xarin e.
B.M.Amin 22:28
29
Pas e (sinbel û neynûk û paqijîna maî pek bî-nin) qırejîyan bavejin. Û görme xwe bi cî bînin, û (Li dora) xenîye kevin çerx bikin.
B.M.Amin 22:29
30
Kîjan qedeğe û ne dirustîne Yezdan bi rfl-metî bici bine, îdî eva pek anîna van (Qedeğan) li bal Xuda e wî ji bona wî ra çetire. (Gelî kesan!) ji peştir e (wan tarişne) ku li ser we da (nav û temtela wan di beratan da) te xwandin e (goşte) hemî tan­san ji bona we ra dûrûst bûye, îdî hûn xwe ji pîsaya (perestiya) ji Pûtan ten bi parisînin, hûn xwe ji go-tin e be binî jî bi parisînin.
B.M.Amin 22:30