Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Enbiya 1 / 112
1
Ji bona kesan ra (danê) hijmara (kirinê wan) nêzîk bûye, lê ewan bi xweber jî dibe gomanîyeke wusa da nin (ji hatina wê danî) rû fetilandine.
B.M.Amin 21:1
2
Çiqa berateke nû ji Xudayê wan ji wan ra hatîye, ewan hey bi tinazkirina wê beratê gohdarî kirine.
B.M.Amin 21:2
3
Dilê wan hey di laqirdîyan da ne. Ewanê cewr kirine hene! Di nava xwe da (aha) kurepistî kirine; ma qey (Muhemmed) jî merivekî wekî we nîne? Îdî hûn ça li ber çavan diçin dibine (peyrewê wî) ançkarî?
B.M.Amin 21:3
4
(Pêxember ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî Xudayê min, di ezman û zemîn da çi gotin hebin, bi wan dizane. Ewa bihîstokê pirzan e."
B.M.Amin 21:4
5
Na, (Muhemmed, pêxember nîne, emê çima bibine peyrewê wî? Paşê aha) gotine: "Evan tiştên dibêje jî sêwrandin û xewên rojk in, dibe ku ji ber xwe jî dibêje. Wusa ne xwuzanekî (pir zana ye). Heke aha nîne, de ka bira wekî wan pêemberên berê hatî, ji bona me ra beratên derhoze) bîne."
B.M.Amin 21:5
6
Çiqa (rûniştîyên) welatekî, ku me di berya wan da teşqele kiribin, ji ber ewan bawer ne kirine, loma me ewan teşqele kirine, îja evanê bawer bikin?
B.M.Amin 21:6
7
Me çiqa (pêxember) di berya te da şandine, ewan jî hey mêr bûne; me 1i bal wan da niqandîye. Îdî heke hûn (bi van rastîya) nizanin, hûn ji (xweyî pirtûkan, rastîya wan) bipirsin.
B.M.Amin 21:7
8
Me ewan (pêxemberan) ne xistine termekî wusa, ku qe xwarinan ne xun. Ewan (pêxemberan di cîhanê da jî) bê mirin nînin.
B.M.Amin 21:8
9
Me paşê, ewan peymana, ku me dabû wan (pêxemberan) rast derxist. Îdî me ewan û bi evînê xwe va felat kirin û ewanê dest bela jî me teşqele kirin.
B.M.Amin 21:9
10
Bi sond (gelî kesan!) Me li bal we da pirtûkeke wusa hinartîye, di wê (pirtûkê da) nav û nîşanê we bi abûrî heye. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
B.M.Amin 21:10
11
Me çiqa ji wan welatîyên, ku cewr kiribûne bi şkênandinê teşqele kirine! Û me paşê (di şûna wan da) komalekî mayî afirandîye.
B.M.Amin 21:11
12
Îdî gava ewan pêjna şapata me ye zor hildane, heman silikîne, bardarên xwe zengû kirine revîyane (ji welat derketine).
B.M.Amin 21:12
13
Hûn (gelî cewrkaran! Belaş) nerevin û para da li bal wan berxwudarîyên xwe û xanîyên xwe da bizivirin, loma hûnê bi rastî ji wan bêne pirsînê.
B.M.Amin 21:13
14
Ewan (cewrkaran aha) gotine: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne."
B.M.Amin 21:14
15
Eva peyva (hewrê "xwelî" li me be) tim digotm; heya me ewan bi durûnî (wekî çandinan durût) dengê wan temirî.
B.M.Amin 21:15
16
Me ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, bi tinazî ne afirandîye.
B.M.Amin 21:16
17
Heke me biva, ku ji xwe ra pêlêyîztek bigirta, meyê ewa tişta li bal xwe hilda (ku ewa babet bûya ji bona navê me ra). Heke me bikira, meyê aha bikira.
B.M.Amin 21:17
18
Na, (gotina wan nîne, lê em) mafê davêjine ser pûçîtîyê, îdî pûçî can dide (parparî dibe, namîne). Ji bona salixên wan yên, ku ji bona (Yezdan ra kêmayan dibêjin), xwelî li we be!
B.M.Amin 21:18
19
Di ezman û zemîn da çi hebe! Ewan ji bona Yezdan ra nin. Ewanê li bal wî hene! Ewan ji perestîya wî, quretî nekin (ku jê ra perestî nekin) û ji perestîya wî jî nawestin.
B.M.Amin 21:19
20
Ewan di şev û royan da paqijaya (Yezdan) bi perestî ji kêmayan dikin, qe nakerixin (sist jî nabin).
B.M.Amin 21:20
21
Qey ewan (filan) ji zemîn, ji bona xwe ra hinek xuda girtine; wê ewan (xudayên ewan ji piştî mirinê) biweşînin?
B.M.Amin 21:21
22
Heke ji pêştirê Yezdan, hinek xudayên mayî di ezman û zemîn da hebûnan, wê bi rastî herdukê jî kavil bibûnan. Îdî Yez­danê xwe yê arşê (m’ena) ji wan salixên wan, bê kemasî paqij e.
B.M.Amin 21:22
23
Ewa çi bike; ji kirina xwe nayê pirsînê, lê ewan (kesan) çi bikin, ji kirina xwe têne pirsînê.
B.M.Amin 21:23
24
Ewan (filan) qey ji pêştirê (Yezdanê babet ê perestîyê ji bona xwe ra) hinek xuda girtine? (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kanê (ji bona xudatîya wan ra) nîşanê we yên rastî çi hene! ewan (nîşanan) bînin (bidine ni­şanê me). Eva (doza yekatîya Yezdan) doza wanê bi min ra ne (ça jî) pirtûka bi min ra û ewan pirtûkê berya min da borîne (nîşanê vê doza me bi xweber e)." Lê pirê wan bi mafê nizanin, îdî ewan ji mafê rû fetilandine.
B.M.Amin 21:24
25
Me çiqa pêxemberek di berya te da (li bal kesan da) şandîye; me hey ji wî (pêxemberî ra aha) niqandîye: "(Hûn gelî kesan! Bizanin) ku tu ilahek (babetê perestîyê) ji pêştirê min tune ne, îdî hûn ji min ra perestî bikin."
B.M.Amin 21:25
26
Ewan (filan) aha gotine: "Xudayê dilovan, ji bona xwe ra zar girtine." Xuda ji wan gotinê wan paqij e. Lê (firişte) li bal (Yezdan) hinek bendeyên rûmetdar in.
B.M.Amin 21:26
27
Ewan (firiştan) nakebine pêşîya gotina (Yez­dan). Û ewan hey bi gotina wî (tiştan) dikin.
B.M.Amin 21:27
28
(Yezdan) bi tiştê berya wan û bi tiştê paş wan da maye (bi kirî û ne kirîyê) wan dizane. Ewan (firiştan) hey mehderya wan ê ku ewa bi wan qayîl bûye, dikin, şixwa ewan bi xweber jî ji tirsa wî cirifîne mane.
B.M.Amin 21:28
29
Ji wan (firiştan) kîjan bibêje: "Bi rastî ji pêştirê (Yezdan), ez jî xuda me." Îdî em ew bi dojê didine celatkirinê. Em cewrkaran wusa didine celatkirin.
B.M.Amin 21:29
30
Ewanê bûne file, ma qey nabînin? Bi rastî ezman û zemîn (di cara yekem da) bi heva bûn (paşê) me ewan ji hev fıstiqandin (ji hev dane derxistinê). Me ji avê hemî tişt zindî kirine (çiqa heyî hene! Hemî ji avê bûne gewde). Qey ewan hêj bawer nakin?
B.M.Amin 21:30