Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Ta Ha 1 / 135
1
T.H. (Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane).
B.M.Amin 20:1
2
(Muhemmed!) Me Qur’an li ser te da ne hinartîye, ji bo ku tu bi wê (Qur’an)ê cefa bikişinî;
B.M.Amin 20:2
3
Lê me (ewa Qur’ana hinartîye ku xurî ji bo (xuda) tirsan bibe bîranînekî.
B.M.Amin 20:3
4
Ewa (Qur’ana ji wî Xudayê) ku zemîn û ezmana bilind afirandî (hêdî hêdî) hatîye hinartinê.
B.M.Amin 20:4
5
(Yezdan)ê dilovan, arş (wate) hildaye binê hêza xwe.
B.M.Amin 20:5
6
Çi tiştê di ezman û zemîn da heye û tiştê di nîveka wan herdukan da jî heye û tiştê di nava xunava xwelyê da heye jî, hemî ji bona wî ra nin.
B.M.Amin 20:6
7
Heke tu (ji bona xwastin û lavayan) dengê xwe bilind bikî (ya jî dizîka da bêjî, li bal Yezdan yek e). Loma ewa bi hemî di­zî û veşartîyan dizane.
B.M.Amin 20:7
8
Yezdanê (babetê perestîyê ew e) ji pêştirê wî tu ilahek tune ne, hey ji bona wî ra navê rind hene.
B.M.Amin 20:8
9
Qe (ji bûyera) Mûsa, ji bona te ra zanîn hatîye?
B.M.Amin 20:9
10
Di gavekî da (Mûsa) agirek dîtibû. Îdî ji bo­na malîyên xwe ra (aha) gotibû: "Hûn li vira binivin, bi rastî agirek li ber çavê min ket (ezê herim). Guman dikim, ku ez ji wî agirî ji bona we ra kozekî bînim, ya jî ez li ser wî agirî rastê beledekî werim."
B.M.Amin 20:10
11
Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) deng (li Mûsa hate kirinê, aha got): "Mûsa!"
B.M.Amin 20:11
12
"Bi rastî ez Xudayê te me, îdî tu her du pêlava derxe, loma bi rastî a, di naha da tu li newala piroz ya (bi nav) Tuwa dayî.
B.M.Amin 20:12
13
Û min tu (ji bona pêxemberîyê) hilbijartîye, îdî ewa tişta li bal te da tê niqandinê tu guhdarya wî bike.
B.M.Amin 20:13
14
Bi rastî ez, erê ez! Yezdan im, ji pêştirê min, tu ilahek tune ne, îdî tu ji min ra perestî bike, ji bona ku tu min bîra xwe bînî, tu nimêj bike."
B.M.Amin 20:14
15
"Bi rastî wê roya rabûna hemîyê were, ji bo ku hemî candar, bi kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê. em (danê hatîna wê) vedişêrin."
B.M.Amin 20:15
16
"Îdî bira ewê, ku bi hatina wê bawer nake, te (ji bawerya hatina wê royê) nede paradanê, ewa hey bûye peyrewê hewasa canê xwe. Îdî (heke tu peyrewîya wî bikî) tu ê jî teşqele bibi."
B.M.Amin 20:16
17
(Yezdan ji Mûsa pirsîye, jê ra gotîye): "Mûsa! Ewê di destê te yê rastê da çî ye?"
B.M.Amin 20:17
18
(Mûsa bersiv daye aha) gotiye: "Ewa gopalê min e; Ez pala xwe didime li ser wî, ez pelê daran ji bona pezê xwe ra bi wî dadiweşînîm û hêj ji bona min ra di wî gopalî da hinek nîyazên mayî jî hene."
B.M.Amin 20:18
19
(Yezdan ji bona Mûsa ra) got: "Mûsa! Ewî (gopalê ji destê xwe) bavêje."
B.M.Amin 20:19
20
Dema Mûsa (ewa gopala ji destê xwe) avêt, dêna xweyê (ewa kopala) wekî tîremarekî direve (tu dibê qey zîhayek e).
B.M.Amin 20:20
21
(Yezdan ji Mûsa ra aha) got: "Ewî bigire, tu ji wî netirse, dîsa emê li bal diliqê wî yê berê da bizirînin.”
B.M.Amin 20:21
22
"Tu destê xwe bixe binçenqa xwe: destê te yê bê nexweşî sipî derkebe. Eva jî berateke mayî ye.”
B.M.Amin 20:22
23
“Ji bo ku em bi te, ji wan beratên me yên mezinên (derhoze) bidine dîtinê (me evan beratan bi te dane xûyandinê)."
B.M.Amin 20:23
24
"Tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî Fir’ewn ji ava rû derketîye."
B.M.Amin 20:24
25
(Mûsa ji Yezdan lava kirîye aha) gotîye: "(Bêhna min teng e) tu bêhna min fire bike (ji bo singê min axiftinan hilde)."
B.M.Amin 20:25
26
"Tu ji bona min ra bûyera min hêsanî bike."
B.M.Amin 20:26
27
"Tu girêya zimanê min veke."
B.M.Amin 20:27
28
"Ji bo ku ewan têgîhandina min bikin (ka ez çi dibêjim)."
B.M.Amin 20:28
29
"Tu ji malîna min, ji bona min ra şûnmaî û arîkaran çê bike."
B.M.Amin 20:29
30
"Bira ewa jî Harûnê bira yê min be."
B.M.Amin 20:30