1
E.L.M. (Ji van tîpne di serê ferkeran da hatêne, tîpne ji hevçûyî tê gotine:Arşa wan e rastî hey Yezdan dizane).
2
Eva pirtûka hanê, tu dudilî têda tune ye, ku ji Yezdan hatîye hinartinê. Bi xweber jî bê dudilî beled e ji bona xudaparisan.
3
Xudaparis ew in, ku bi heyîne ne berçavî bawer dikin (Ça mafê hebona wan bi xwaberê jî). Û xudaparis, nimêja xwe dikin û ji wan tiştne, ku me ji wan ra xistîye rûzînî li hewcan disixurînin.
4
Û ew in (Muhemmed!) ku bi wan biryarne li bal te da hatine hînartin û bi wan pirtûk û biryame, ku di berya te da jî hatine hînartinê bawer dikin û ewan (xudaparis in) ku di nêzîk da bi ro (û danê dawyê da) bi xweber bawer dikin.
5
Ewa beledîya, ku ji Xudayê wan ji bona wan ra hatîye, evan li ser wê beledîyê ne û ewanê (ji aşîtan) fereste bûne (û gehîjtine armançne xwe) hey evanan in.
6
Bi rastî ewanê bûne filehene! Tu çi ewan (bi şapatan) bidî tirsandinê û çi (ewan bi şapatan) nedî tirsandinê, li bal wan yek e: hey ewan bawer nakin.
7
Yezdan li ser dilê wan û bîhîtina wan duruf kirîye û li ser dîtina wan bi xweber jî xêlî heye û ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
8
Û ji kesan hinek hene, ku dibêjin: Me bi Yezdan û bi ro û danê dawyê bawer kiriye. Ewan bi xweber jî qe bawer ne kirine.
9
Ewanan, Yezdan û ewanê ku bawer kirine dixapînin; (gotina wan nîne) lê ewanan hey xwe, bi xweber dixapînin û ewan bi xapandina xwe jî aga nabin.
10
Di dilê wan da nexweşî heye, îdî Yezdan nexweşîya wan bi nexwaşî pir kirîye. Û ji bona wan ra bi sedema wan derewne, ku ewan dikiribûne; şapatek e dilsoz heye.
11
Û di gava ji wan : hatîye gotinê; “Hûn di zemîn da tevdanî nekin.” Ewan gotinê;” Bi rastî em bi xweber aştîkar in.”
12
Hûn hişyar bin! Bi rastî hey tevdanok ewan bi xweber in, lê ewan bi tevdanokîya xwe jî agah nabin.
13
Û di gava ji wan ra hatîye gotinê; “Hûn jî bawer bikin, ça (misilmanan) bawer kirine.” Ewan gotinê: “Qey emê jî wekî evsanan bawer bikin? “Hûn hişyarbin! Bi rastî hey evsene ewan bi xweber in, lê ewan bi evseniya xwe nizanin.
14
Û di gava ewan rastî wanê bawer kirine tên, ewan ji bawergeran ra gotine; “Em bawer dikin.” Û di gava bi tenê bi pelîdne xwe va dimînin, ji pelînde xwe ra gotine: “Bi rastî em bi we ra nin, bi rastî hey em bi wan bawergeran tinaza dikin.”
15
Yezdan bi wan tinazan dike û ji bo ku ewan di koraya xwe da bi quretî bijîn ji wan ra dan dide.
16
Ewan in, ku rê wundabonî, bi beledîyê kirîne. Îdî kirîn û firotana wan kar ne kirîye û ewan bi xweber jî ne hatine li ser rêya rast.
17
Hecwekîya wan, wekî vê temtêla hanê; (ku yek di çola tarî da ji bona ronahîyê) agirekî hil bike (dora xwe dibîne). Îdî gava agir dora wî ronahî kirîye, heman Yezdan ronaya wan birîye û Yezdan ewan di tarîtîyê da hîştîye, îdî ewan nabînin.
18
Ewan (durûyan) ker in, lal in, kûr in. Îdî ewan ji temtêla xwe, li bal rastîyê da jî nafetilin.
19
Û ya jî hecwekîya wan wekî temtêla wan kesne, ku ji jor da tavya şilya ewrê reşê tarî, ku têda deng, reqereqa ewr û berqetavê hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan têlîne xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber jî filehildane binê zanîna xwe.
20
Nêzîk dibe, ku berqetav dîtina wan behere. Çi qa ji bona wan ra ronahî çê dibe, ewan di ronahî da diçin û di gava tarîtî li ser wan çê dibe, ewan radibin li pîya dimînin. Û şixwa heke Yezdan bivê, wê bihîstin û dîtina wan behere. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
21
Gelî kesan! hûn perestîya wî Xudayê xweyê, ku hûn û ewan heyîne berya we da heyî afirandîye, bikin. Bi vî awayî bi rastî hêvî heye ku hûn xudaparisî bikin.
22
Yezdan ew e; ku zemîn ji bona we ra xistîye binrax û ezman jî xistîye avayî. Û Yezdan ji ezman, avêk e wusa hînartîye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi wê avê ber dane derxistine. Îdî hûn jî ji bona Yezdan rêhevrêyan negirin, Loma hûn bi xweber jî dizanin, ku hevrînê wî tune ne.
23
Û heke hûn dudil dibin, di wan biryarne ku me li ser bendê xweyê (Muhemmed) da hi-nartîye, hûn ji pêştirê Yezdan, gazî hemû arîkarê xwe jî bikin (heke hûn dikarin, ka) hûn jî ferkerek e wekî ferkerê wê bînin; heke hûn di doza xwe da rastin.
24
Îdî heke hûn ferkerkî wusa neynin û hûn nikarin jî bînin, îdî hûn xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amede kirinê ardûkê wî, kes û kevir in, biparisînin.
25
Û (Muhemmed!) ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! tu mizgîna bide wan, ku bi rastî ji bona wan ra bihiştne dibinê (darê wan da) çemne avê dikişin, hene. Çi qa berêkî ji wan bihiştan ji wan ra tê dayînê (ji bihiştîyan ra) dibêjin: “Ewan berne me hêj di berê da xweribûn, evan in û hûn ji xwarin û berne cure cure ji me ra bînin.” Û ji bona wan ra di bihiştan da zone paqij hene. Û ewan bi xweber jî di bihiştan da hermanok in.
26
Bi rastî Yezdan fedî nake, ku mixmixkê bi hecwekî (ji bona derxistina mafê) bide nîşan kirinê û hej tiştne ji mixmixkê wêdatir jî. Îdî ewanê bawer kirine hene! şixwa ewan dizanin, ku ewa hecwekîya mafekî reste ji Xudayê wan e. Lê ewanê bûne file jî dibêjin: “ Ka Yezdan bi wan hecwekîyan çi vaye?” Yezdan bi wan hecwekîyan pir kesan ji rêya rast dûr dixe û pir kesan jî bi wan tîne rêya rast. Bi wan hecwekîyan, hey ewanê ji rêya rast derketî wunda dibin.
27
Ewanê rêderketî hene! ew in, ku ji piştî peymana dane Yezdan, (ji bona baweri û perestîyê) Peymana xwe dişkênin. Û tişta Yezdan ferman kirîye, ku bi hev ra bin ewan ewe hevratîyî dibirin (sertêdana da û bav û pismanan). Û ewan di zemîn da jî têkilîyî dikin. Evanan in hey ziyan dikin.
28
Hûn ça dibine file (û bi Yezdan bawer nakin)? Hûn mirî bûn, îdî ewî hûn zinde kirin. Paşê (Yezdanê) we bimirîne û paşê wê we dîsa zinde bike û hûnê paşê li bal wî da bizivirin.
29
Ewê ku hemûşk tiştne di zemîn da heyî ji bona we ra afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Paşê ewa li bal ezman da fetilîye, îdî ewî ezman xistîye heft balokne jor da. Û ewa bi xweber jî bi hemûşk tiştan pir dizane.
30
Û gavekî Xudayê te (Muhemmed!) ji bona fereştan ra gotîye: “ Bi rastî ezê di zemîn da şûnmayekî bi afirîni.” (fereştan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tuê di zemîn da ça ewan kesne, ku tevdanî dikin û xûnê dirêjin, biafirînî? Û em bi xweber jî te ji kemasîyan paqij dikin û sipazî (bi perestî) ji bona te ra dikin. “(Xudayê te ji wan ra) gotîye: “Bi restî ez bi tişta, ku hûn pe nizannn çêtir dizanim.”
Sonraki 30 ayet →