1
Ew Xudayê, ku bendê xwe, di şevekî da ji mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram li bal mizgevta (bi nav) Mescid ul-Eqsa ya ku me dora wê pîroz kirîye, daye birinê heye! Ewa ji hemû kêmayan paqij e. (Me eva dabirandin çê kir) ji bo ku em bi wî (bendeyê xwe yê Muhemmed ra) hinekî beratên xwe yên (sodret) bidine xûyandinê. Bi rastî (Yezdan) bîhîstokê dîdevan e.
2
Me ji bo Mûsa ra pirtûka (bi nav Tewrat) anîye, ji bo ku ewa ji bona zarên cihûyan ra bibe beled û ji bo ku (ewa ji wan ra bêje: "Gelî zarên cihûyan! Hûn) ji pêştirê (Yezdan) ji xwe ra serkaran negirin."
3
(Gelî ûrta, ku me hûn bi Nûh ra) hildabûne kelekê! Bi rastî (Nûh) bendekî pir sipazger bû (hûn çima sipazî nakin?).
4
Me li bal zarên cihûyan ra di pirtûkê da pêk anîye; ku hûnê di zemîn da du caran tevdanî bikin û hûnê paşê bi quretî cewrên mezin bikin.
5
Îdî gava danê yekem ji wan her du danan hat; me li ser we da hinek bendeyên, ku ji bona me ra xwuribûne, xweyî burha mezin û zor hêz bûne, şandîye: Ewan ketine welat û xanîyên we li wan deran da, li we digeryan (hûn ber hev dikirin, ji welatê we, hûn derxistin, bi zebûnî birin) eva (celata hanê ji bona we ra îdî) hatibû pêkanînê (paradana wê qe çê ne dibû).
6
Paşê (hûn ji kirinê xwe poşman bûn) me jî hêza we ya berê (ji bona servehatina bi ser neyaran da) dîsa da we; me hûn bi mal û zaran bi hêz kirin, me hûn bi qirînvanî û nijdevanî pirtir kirin.
7
Heke hûn qencîyan bikin, hûn ji xwe ra qencîyan dikin, heke hûn sikatîyan bikin, îdî şixwa sikatî ji bona we ra ne. Îdî gava danê celata mayî hatîye; (we dîsa dest avêtîye kirina sikatîyan, emê dîsa ewan bendeyên xwe yên xwurîne, bi hêz û zorbirhan, bi ser we da bişînin) ji bo ku ewan (dîsa) rûyê we reş bikin, ça di cara yekem da ketibûne mizgevt û (welatê we, hûn bi kuştin û zebûnî, ji welat derxistibûne) dîsa wusa bi serê we bikin; ji bo ku ewan rastî çi werin kavil bikin (ewan ji we tol hildane).
8
(Heke hûn ji wan kirine xwe poşman bibin) dibe ku Xudayê we, li we dilovînî bike. Heke hûn dîsa bizivirine (bal wan kirinan) emê jî bizivirîne (bal şapatdana we). Bi rastî me ji bona filan, doj xistîye zîndana niximkar.
9
Bi rastî eva "Qur’an"a (ji bona kesan ra) beledîya rêya rasttir dike, ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine mizgîn dide, ku bi rastî ji bona wan ra kirêke mezin heye.
10
Bi rastî ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Me ji bona wan ra şapateke dilsoz bi amadî peyman kirîye.
11
Meriv ça qencîyan dixwazin, wusa sikatîyan jî dixwazin (ça hez dikin hema bira qencî bi wan da werin, wusa jî hez dikin, heke wê şapatê bi wan da were, awîl bira were). Di van xwestinê xwe da meriv pir lezoke ne.
12
Me şev û ro xistîne du berate; (ji bona şîna-qudret xwe ku em dikarin têkilê wan bin jî. Ewan her du berate jî berê da wekî hev bûn, paş da) me berata şevê heşivand (ewa tarî kir) û me berata royê jî xiste dîtoker (me ronahî têda çê kirîye. Bi can têda tiştan dibînin). Û (me evan beratan xistine van rûçikan). Û ji bo ku hûn rozînan ji rûmeta Xudayê xwe ra bicivînin û hijmara salan û royan bizanin,me hemî tişt bi eşkere daye vekirinê.
13
Em ji hemû kesan ra (kirinê wî wekî) çûkan di stûyê wî da darda dikin. Di roya rabûna hemû da em ji bona wî ra pirtûkeke vekirî derdixin, ewa di wê gavê da rastê wê tê.
14
(Ji wî ra em dibêjin): "Ka îdî tu bi xweber pirtûka xwe bixûne. Di îro da tu bi xweber ji bona hijmartina (qencî û sikatîyên xwe) besî xwe î."
15
Kîjan hatibe rêya rast, îdî ewa ji bo xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan rêya xwe wunda bike, îdî rê wunda kirina wî ji bona wî bi xweber e. Tu bardarê (gonehan û qencîyan û giranîyan) barê mayîyan hilnade (hey barê xwe hildide). Heya em di nava komalan da pêxemberan neşînin, ji tu komalî ra em şapatê nadin.
16
Gava ku em teşqeledana welatekî bivên, em (rozînîyê wan pir dikin, ewan biryarên me bîrva dikin). Vêca em jî fermana wanan (bi hatina rêya rast dikin) îdî ewan ji rêya rast dûr dikebin (bi wî awayî peymana me ye) bi şapatdana wan maf dibe. Îdî em jî ewan welatan bi kavilî teşqele dikin.
17
Ji piştî Nûh da me çiqa (welat) di çaxan da teşqele kirîye! Agah û dîtina Xudayê te bi gonehên bendeyên xwe, besî wî ye.
18
Kîjan (evê cîhana hanê) lezoke bivê, em di cîhanê da ji bona wî ra, tişta ku em bivên, bi lez didin, paşê em ji bona wî ra dojê amade dikin. Ewa li bal dojê da, bi sernegûnî û çikûsî û rûreşî tê kişandinê.
19
Û kîjan jî (di cîhanê da) jîna para da bivê û bi bawerî ji bona (wê jînê) xebata babet ya wê jînê jî kiribe, îdî kirinê van têne spaskirinê.
20
Em ji hemûşkan ra jî; ewanê (jîna cîhanê va ne) û ewanê (jîna para da va ne û ewanê herduk jîn jî va ne û ewanê file û bawerger jî) ji dayîna Xudayê te ji wan ra raber dikin. Qencîyên Xudayê (te ji tu kesê va ye ra) ne hatîye birînê.
21
(Muhemmed!) Tu mêze bike, ka me ça hinekên ji wan bilind û paydar û maldar kiriye, li ser hinekên wan. Bi rastî jîna para da, meztirê payan e û meztirê rûmeta ne.
22
(Muhemmed!) Ji bo ku di para da bi serê xwe bi tenê bi mirûzî rûnenê, tu ilahên mayî, ji bona Yezdan ra beraber negire.
23
Xudayê te fermana xwe pêk anîye; ku hûn hey ji bona wî bi tenê ra perestî bikin û hûn ji bona dê û bavê xwe ra qencîyan bikin (qe li wan xirabî nekin). Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje."
24
“Û tu ji bona wan herdukan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): “Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme.”
25
Xudayê we bi tişta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aştîyê bikin (ji kirine xweyên sik poşman bibin) şixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poşmanî lava dikin, baxişkar e.
26
Û (Muhemmed! Tu bi tevê kesan va) mafê bira û pismanan û belengaz û rêwîyan (ji malê xwe) bidine wan, tu (malê xwe bê perwa) bi destvekirî belav neke.
27
Loma ewanê (ku malê xwe b perwa) bi destvekirî belav dikin hene! Bi rastî ewan biranê pelîd in. Pelîd bi xweber jî ji bona Xudayê xwe ra nankorekî hînçkar e.
28
Heke (destê te da) ew malê ku te ji dilovanîya Xudayê xwe diva, tune bû, îdî te jî ji wan rû fetiland (ji ber ku di dastê te da tune bû, tu bidî wan) barî tu ji bona wan ra mijûlîyeke hesanî û nerm bêje.
29
(Di sixwurandina ji bona hewcan ra tu ji xwe ra rêyeke nîwarî bikire); ne destê xwe li bal qirika xwe da girêde (ji bo ku tu qe tiştekî nedî wan) ne jî (destê te da çi mal hebe) hemûşkî belav neke, loma heke (tu wusa bikî) tuyê (bi rexnî) kovanan bikişînî û rûnê.
30
Bi rastî hey Xudayê te ji bona bendeyên xwe ra rozînan kêm û pir dike. Loma (Xudayê te) agahdar û dîtogerê bi bendeyên xwe ye.
Sonraki 30 ayet →