1
Fermana Yezdan hat! Îdî hûn (ji bona hatina fermanê) lez nekin. Bi rastî (Yezdan ji gotinê wan filan; ku tiştan jê ra dixne hevrî paqij û bilind e.
2
Yezdan ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê, bi fermana xwe firişte (Cibrîl) bi niqandinê va li ser wan bendeyên xwe dihênirîne, ji bo (ewan pêxemberên bendeyên me, ku merivan hişyar bikin û ji bona wan ra evê gotina min a hanê bêjin): "Ji pêştirê min tu tişte babetê (perestîyê) tune ye, îdî hûn parisaya min bikin.
3
Ewê ku ezman û zemîn bi mafî afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Ji wî tiştê, ku (ewan filan) jê ra dixne hevrî (paqij) û bilind e.
4
(Yezdan) meriv ji dilopeke (ava genokî ye) xwe avîtî afirandîye. Hema (ewa meriva) piştî (gava afirandina xwe da) bûye tekoşîngerekî xwûyayî.
5
Û (Yezdan) tariş jî afirandîye. Di wan (tarişan da) ji bona we ra tiştê germê (pêk) tînin hene û pir karên (mayî jî) hene û hûn ji hinekî (wan tarişan jî) dixun.
6
Û (hêj) gava (ku hûn ewan tarişan) di sibehê da berdidine çêre û di êvarê da jî (hûn ewan ji çêre) tînin û dadikin, ji bona we ra (xweşî û) rindayî heye.
7
Û (ewan tarişan) giranîyên we hildidin dibine bajarên (wusa dûr) heya nîvê canê we derneketa hûn nikar bûn bigihîjtina (wan bajaran). Bi rastî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e.
8
Ji bona sîyarîya we û xişran; (Yezdan) hesp û hêstir û ker (afirandîye). Û tiştin qe hûn pê nizanin ewa ewan jî diafirîne.
9
Ewê rêya xwe (rast dike û bendeyên xwe li bal rêya rast da) tîne, ewa hey Yezdan e. Lê hinek rêyên xaromaro hene hinek meriv di wan da diçin. Heke ewî biva, we hûn hemûşk bianîna rêya rast.
10
Ewê av ji ezmanan hinartîye, ewa Yezdan e. Di we avê da ji bona we ra vexurin heye, ji wê avê (gîha û dar û ber jî) çê dibin, hûn (tarişên xwe) bi wan diçêrînin.
11
Ji bona we ra bi we avê, çandinî zeytûn û xurme û tirî û ji hemûşk beran hêşîn dike. Ji bona komalê ramankar ra di van kirinan da beratên (hişdarî) hene.
12
(Yezdan) ji bona we ra şev û roj û tav û hîv (di xebata ji bona we ra, di rêzekî da) bi sernermî danîye. Sterk jî şixwa di fermana Yezdan da sernerm in. Di van kirinan da ji bona komelê hişmend ra bi rastî beratên mezin hene.
13
Û ewî çiqa çandinîyên cure cureyê di zemîn da hene! (Hemû) ji bona xebitandina we ra (amade kirîye). Ji bona wî komalê, ku bîra xwe tînin di van da, beratên (hêca) hene.
14
Ji bo ku hûn ji zeryayê goştê nû û şil bixun, ewî zerya di fermana we da amade kirîye, hûn ji wê zeryayê xemilên ku hûn li xwe dikin, derdixin. Tu kelekên mezin dibînî, ku ewan evê ça diqelêşin, diçin! Ji bo ku hûn ji rûmeta wî ji xwe ra rozînan bixwazin û ji bo hêvî heye, ku hûn sipazîya bikin ewî evan kirine.
15
Ji bo ku zemin we nehejîne ewî li ser zemîn da çîyayên mezin rakutane. Ji bo ku hûn rêya xwe wunda nekin ewî di zemûn da çem û rû û rê danîne.
16
Û (Yezdan) beratên mezin jî (di zemîn da) rakutane. Şixwa ewan bi siterkan jî têne re.
17
Îdî qe ew (Yezdanê) ku afirandinê dike, wekî wan (tokelên) ku afirandinê bikin, dibe? Qe hên (bi ponijandin evan) bîra xwe naynin?
18
Û heke hûn (gelî merivan!) qencîyên Yezdan yên (ku li ser we kirîye yek bi yek) bihijmêrin, hûn ewan deste deste jî nikarin bihijmêrin. Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
19
Û hûn çi tiştî veşêrin û ya jî eşkere bikin, hey Yezdan bi wan dizane.
20
Ewan tiştên ku ewan (filan) ji wan ra perestî dikin hene! Ewan qe tu tiştî naafirînin, hêj ewan bi xweber jî hatine afirandinê.
21
Ewan (tokelan) mirîne, zindî nînin. Ewan bi danê (rabûna hemûşkî, ji piştê mirinê) bê agah in.
22
Yezdanê ku (hûn jê ra perestî dikin) heye! Ewa Yezdanekî bi tenê ye. Îdî ewanê ku bi danê para da bawer nakin hene! Dilê wan (filan da) ne bawerî cî daye, ewan bi xweber jî, ji bawerîyê, quretî dikin.
23
Qe tu zîyan nake! Bi rastî Yezdan bi wan tiştên ku ewan dizî dikin ya jî eşkere dikin dizane. Bi rastî (Yezdan) ji wanê ku xwe qure dikin hez nake.
24
Gava ji wan tê pirsîne, "Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bersivê didin) û dibjin: "Çîrokên berê hinartîye."
25
(Aha bersiv dane) ji bo ku ewan hemî gonehên xwe û hinek jî, ji gonehên wanê bê zanîn ji rêya rast derxistine, di roya rabûna hemî da hildin. Hişyar bin! Çiqa barê wan sik e!
26
Bi sond! ewanê berya wan da jî endeze kiribûn, îdî Yezdan jî xîmê avayê wan ji bin da anî, îdî li ser wan da banê avayan hate xarê. Di wî cîhê ku haja wan pê tune bû, şapat bi wan da hatîye.
27
Paşê di roya rabûna hemî da (Yezdan ewan hemûşkan) riswa dike û (ji wan ra) dibêje: "Ka ewan hevrîyên min yê, ku we (bi bawergeran ra, di mafê wan da) tekoşîn dikirin,li kêderê ne?" Ewan (firiştan û pêxember û bawergerên) ku ji wan ra ji temtêla (filan) zanîn hatîye, gotine: "Bi rastî riswabûn û sikatî di îro da li ser filan e."
28
Ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Gava firişte canê wan disitînin (aha) dibêjin: "Me qe tiştek ji riswabûnê nekirîye, îdî hemî sikatîyan davêjin." (Firişten bersiva wan didin aha) dibêjin: "Gotina we nîne, bi rastî we çi tişta kirîye, Yezdan bi wî rind dizane."
29
“Îdî hûn di deryê dojê da bikebine dojê, hûn di dojê da her bimînin. Îdî (doj) ji bona quran çiqa sikê şûnan e!”
30
Ji bona wanê (Yezdan) parizî kiribûne (aha) tê gotinê: "Ji bona we ra, Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bawergeran bersiv dene û) gotin "Qencî (hinartîye)." Ji bona wanê ku di vê cîhanê da qencî kirine, qencî hene. Hêj xanîyê para da (ji bona qecîkaran) qenctir e. Bi rastî xanîyê xudaparizan çiqa qenc e!.
Sonraki 30 ayet →