1
E.L.R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in.
2
Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bêjin:) "Xwezîka em misilman bûna."
3
(Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne?).
4
Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane).
5
Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî para da mayî be.
6
Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qur’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî."
7
"Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne."
8
Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin).
9
Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in.
10
Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine.
11
Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine.
12
Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar.
13
Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin.
14
Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan).
15
(Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî çavê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê."
16
Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine.
17
Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê.
18
Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî.
19
Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine.
20
Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine.
21
Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan).
22
Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan.
23
Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin).
24
Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin.
25
Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye.
26
Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye.
27
Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye.
28
Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin.
29
Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin.
30
(Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin.
Sonraki 30 ayet →