Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Rad 1 / 43
1
E.L.M.R. (Arşa van tîpên ji hev çûyî, bi rastî hey Yezdan dizane.) Ewan beratên pirtûkê (Qur’anê) ne. Û ewan (biryaran) ji Xudayê te 1i bal te da hatin hinartinê (hene!) ewan rast in. Lê pirên kesan bawer nakin.
B.M.Amin 13:1
2
Ewê ku hûn ça dibînin, ezman bê stûn bilind kirîye, ewa Yezdan e û paşê ewî arş (mana) hildaye binê hêza xwe (hemî tişt hildaye binê heza xwe ça bivê wusa ewan dixebîtîne, her wusa) roj û hîv jî xwe ra ser nerm kirîye, hemûşk ji bona danê navdayî diherikin diçin. (Yezdan) bûyerên (afirandok) pêk tîne. (Ewa evan) beratan (ji bona we ra) vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn bi rast hatina Xudayê xwe bizanin.
B.M.Amin 13:2
3
Û ewê zemîn raxistîye (ewa Yezdan e). Ewî di zemîn da çîyayên binecî û çem bi cî ki­rîye û di zemîn da ji hemî beran bi zotî û cotî ewî pêk anîye; (hemî tişt bi nêr û mêyîtî afirandîye) şev û ro li hev dide pêçandinê. Bi rastî ji bo­na komalê ramankar ra di wan kirinan da beratên (sodret) hene.
B.M.Amin 13:3
4
Û (Yezdan) di zemîn da parên mezinên, ku nêzê hev in pêk anîye û rêzên ji tiryan û zevîyên çandî û darên xurman e bi heçî û be heçî bi cîh kirîye (ewan hemî jî) bi aveke tenê têne avdanê. (Lê) me dixwerin û rengê wan da; hinekê wan li ser hinekên wan dane çêtir kirinê. Bi rastî di van da ji bona komalê ku hişdarî dikin, beratên (sodret) hene.
B.M.Amin 13:4
5
Heke (ji piştê gotina van beratan, ne bawerîya wan; Muhemmed!) te sodret bike, îdî gotina wanê, ku dibêjin: "Qey gava (em bimirin bibine) xwelî, qey dîsa emê carekê dinê bêne afirandinê? Sodrettir e.” Ewan kesên ku bi Xudayê xwe bûne filê hene! Ewan bi xweber in, ewanan ew in, ku di stûyê wan da zincîr hene. Ewan hevalê agir in û wê di agir da jî hey bimînin.
B.M.Amin 13:5
6
Ewan (filan çiqa tu ji wan ra dibêjî: "Heke hûn ji van kirin û bawerîyên xwe para da neyên, wê Yezdanê ji bona we ra şapatan bîne, heke hûn poşman bibin, we Yez­danê qencîyan bi we bike" dîsa) ji te di berya qencîyan da, sikatîyan dixwazin. Bi sond! Di berya wan da pir hecwekî ji wan borîne (gelo çima ji wan hecwekîyan hiş bilnadin?) Bi rastî di hemberê cewra kesan da Xudayê te, ji bona kesan ra baxişkar e. Û bi rastî Xudayê te zor şapat e.
B.M.Amin 13:6
7
Ewanê bûne file hene! (aha) dibêjin: "Heke ji Xu­dayê wî (wekî me ça diva) berate bihata hînartinê (meyê bi wî bawer bikira". Muhemmed!) tu hey (hatî şandinê) ji bo ku tu (ewan bi hatina şapatan) bide tirsandinê. Û ji bona her komalekî ra rêberek heye.
B.M.Amin 13:7
8
Tişta ku hemî mê pê avis di­bin û tişta malberxa wan kêm û pir dike (ji bona mezinatî û jînê pir dike tişta bermaî jî davêje derva) hey Yezdan pê dizane. Û hemû tişt li ba (Yezdan) bi pîvan in.
B.M.Amin 13:8
9
Ewa bi dizî û xûyanan dizane, mezinê bilind e.
B.M.Amin 13:9
10
Li bal wî ku yek ji we (mijûlîyên xwe) dizîka da bike, ya jî eşkere mijûl be, yek e (hey dibihê). Û çi bi şev xwe veşêre, ya jî bi ro derkebine şûnên xwe (bêne xûyandinê yek e hemûşkan dibîne, di şûna wan da bi cî datîne).
B.M.Amin 13:10
11
Ji bona van tiştan ra peyrewên pêşvaçûyî peywestî hene, ku ewan peyrewan ewan tiştan ji bûyerên Yezdan diparisînin. Bi rastî Yezdan heya komalek; tişta babetê xwe, bi xweber nede heşivandinê, ewê qencîya kirî ji wan nade heşivandinê. Û Yezdan bivê ku sikatîyê bi komalekî bike, tu kes îdî nikare ewê sikatîyê ji wan bide para danê. Şixwa ji pêştirê wî jî ji wan ra tu parisvan û serkar tune ye.
B.M.Amin 13:11
12
Ewê ku berqtavê bi tirs û bi xwastin bi we dide dîtinê, heye! Ewa Yezdan e (gava hûn berqetavê dibînin; hinek ji we ditirsin, ji bona lêdana birûskê, hinek ji we jî divên, ku berqetav lêxe, ji bona ku şilî bibare) û ewan (berqetavan) ewran bi giranî tijî dikin diweşînin.
B.M.Amin 13:12
13
Dengê ewran (Yezdan) bi sipasî ji kemasîyan paqij dikin û firiştan jî ji tirsan sipazîya (Yez­dan) dikin. Ewa teyrokê dişîne, îdî kîjanî (ewî lêxistina wî va ye) teyrok li wî dixe (bi vî ra jî ewan di mafê Yezdan da) hêj tekoşîn dikin. Bi rastî Yez­dan zor hembervan e.
B.M.Amin 13:13
14
Bi rastî gazîkirina mafî (hey ji Yezdan ra ne). Ewanê gazî pêştirê (Yezdan dikin hene!) bi tu tiştî bersiva wan (ji alîyê gazîvanan) nayê danê. (Hecwekîya wan aha ne): Wekî wîyê ku mişta xwe vedike, ji bo ku av bigêhêjê devê wî, dirêjî avê dike, devê wî bi xweber jî (bi dirêjkirina mişta wî li bal avê da) nagihêje, (divê ku kulma xwe tijî ke bîne devê xwe, paşê bi lêvê xwe avê vebixwe). Û gazî kirin û perestîya filan hey rê wunda bûne.
B.M.Amin 13:14
15
Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra kunde dibin.
B.M.Amin 13:15
16
(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Gelo Xudayê ezman û zemîn kî ye? (Heke hûn dizanin ka ji min ra bê­jin.” Ewan ji bersivê bê hêvî dimînin,îdî tu ji wan ra aha) bêje: “Xudayê ezman û zemîn) Yezdan e." (Paş da tu ji wan ra aha) beje: "Îdî hûn ça ji pêştirê (Yezdan, perestevanên) ku ewan ji bona xwe ra jî kar û zîyanê nikarin bikin, ji xwera perestevan digirin? (Heke ewan ji doza xwe para da ne hatin, tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (merivên) kor û bi çav (di dîtinê da) wekî hev di­bin? Gelo qe tarî û ronahî wekî hev dibin? Ya jî ewan hinek hevrî ji Yez­dan ra çê kirine, ewan hevrîyan jî we­kî Yezdan (tiştan) diafirînin, îdî afirandina tiştan li bal wan wekî hev bûne (ji hev dernaxin: kîjan Yez­dan afirandine, kîjan hevrîyan afirandine. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Afirandokê hemû tiştan Yez­dan e. Lê ewa servahatê bi tenê ye.
B.M.Amin 13:16
17
(Ji wan ra bêje: "Hecwekîya perestî ya Yezdan û perestîya pûçan aha ne; wekî ça) av ji azmanan dihinire, îdî leyî dikişe dike­be newalan, şirik çê dibin, paşê leyî bi belqoqî kef digire (av dimîne, kef diçe). Wekî (gava ku hûn ji xwe ra bivên) xişir û dezgahan çêkin, hûn li ser madenan agir pê dixin, madenan dibahitînin (helandin) li ser rûyê madenan to digire (dema xebatê) to diçe, Lê maden dimîne, perestîya Yezdan û pe­restîya pûçan bi vî awayî ye (perestîya Yezdan dimîne. Lê pe­restîya pûçan diçe kêr nayê.)” Her wusa Yezdan ji bona wan tiştên veşartî heçwektîyan vedike.
B.M.Amin 13:17
18
Ji bona wanê, ku bbersiva Xudayê xwe dane, qencê xelatan heye. Ji bona wanê bersiva Xuda ne dane, heke hemî heyînên di zemîn da hene, wekî wan dîsa hebin jî ewanê (ji bo ku xwe ji şapata Yezdan fereste bikin) wê hemûşkî di şûna xwe da bidin. Hey ji bona wan ra sikê çelatan bi hijmarî heye û şûnwarê wan hey doj e. (Doj çiqa) sikê hêlanan e!
B.M.Amin 13:18
19
Qe ewê dizane tişta ji Xudayê te li bal te da hatîye hinartinê rast e, wekî wî yê, ku kor e (dibêje: "Ewa ne rast e)" dibe? Evê hey xweyê hiş bîra xwe tînin.
B.M.Amin 13:19
20
(Xweyê hiş) ew in, ku peymana dane (Yezdan, bi yekatîya wî) pêk tînîn û peyman dayî naşikênin.
B.M.Amin 13:20
21
Û (ewanê xweyê hiş) tişta, ku Yezdan fermana gîhîjtin û gîhandina wî kirîye, pêk tînin û digihînin (ji bira û pismam û merivan, giza xwe nabirin, sertêdan û serdana wan ra diçin) û ji Xudayê xwe ditirsin û xwe ji sikê hijmaran diparisînin.
B.M.Amin 13:21
22
Û (ewanê xweyê hiş) ji bona qayîlbûna Xudayê xwe (li ser perestîya wî) hew dikin (wekî ça hatine fermankirinê wusa) nimêj dikin û bi dizî û eşkere ji wan rojîyên me daye wan ji hewcan ra disixwurînin û ewan sikatîyan, bi qencîyan diborînin. Serfirazîya para da ji bona ra ne.
B.M.Amin 13:22
23
(Serfirazîya para da ev e;) ku evan û tevê wan bav û da û zar û zonên xweyên aştîkar va dikebine bihişta xweşîyan, firişte jî di hemû deryan da dikebine bal wan.
B.M.Amin 13:23
24
(Ji wan ra aha dibêjin): "Bi sedema hewa we ye (cîhanî, ka mêze bikin Yezdan dawya cîhanê ça ji we ra) qencî anî, îdî hûn bijîn."
B.M.Amin 13:24
25
Ewanê ku (di cara yekem da peyman dane Yezdan, gotine: "Tişta me dayî, bê dudilî emê pêk bînin." Paşê) peymana xwe şikênandine û tişta Yezdan fermana gîhandina wî kirîye, ewan birîne (gîhandinê pêk naynin, di şûna wî da di nava bira û pismaman da) di zemîn da têkilkirinê çê dikin (ewan berê hev didin) hene! Ji bona wan ra deherandina ji (dilovanîya Yezdan) heye û ji bona wan ra sikê xanîyan heye.
B.M.Amin 13:25
26
Ewê ku rojînan bi vîna xwe ji bona (heyan ra) kêm û pir dike, ewa Yezdan e. Ji ber piratîya rojînan) ewan bi jîna cîha­nê şa dibin, jîna cîhanê jî (li ber jîna para da) ji pêştirê pînan tu tişt nîne.
B.M.Amin 13:26
27
Ewanê bûne file hene! Dibêjin: “Heke ji Xudayê (Muhemmed) wekî (ça em divên berate bihatinan, dibû ku me bi wî) bawer bikira, çi dibû ku berate bihatinan?" (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî Yezdan (rê) wundabûna kî bivê (rêya wî) wunda dike. Û ewanê bi dilê xwe li bal wî da fetilî bin, tîne rêya rast."
B.M.Amin 13:27
28
(Ewanê hatine rêya rast, ew in ku bi Yezdan) bawer kirine û dilê wan bi bîranîna Yezdan hew dike. Hişyar be! Bi rastî dil, bi bîranîna Yezdan (li ser teşqelan) hew dike.
B.M.Amin 13:28
29
Ewan kesên ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra (evan gotinê hanê hene!) "Xwezîya me bi wan hatî, ji wan ra êwirên qencî hene."
B.M.Amin 13:29
30
(Me ça di berya te da pêxember şandibûn) wusa em te jî li bal komalekî ku filetîya (Yezdanê) dilovan di­kin, di berya wan da jî pir kom borîne, dişînin, ji bo tişta me li bal te da hinartîye tu ji wan ra bixûnî. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Ewa (Xudayê dilovan) Xudayê min e; ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Min xwe hispartîye wî, hey (para hatina ji sikatîyan) li bal wî da ne.
B.M.Amin 13:30