1
E. L. R. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane. Evan beratên ku em ji bona we ra dibêjin) hene! Bi rastî ewan berateyên wê pirtûka huzvartî ne.
2
Bi rastî me ewa (Qur’ana) bi zimanê ‘erebî hinartîye, ji bo ku hûn ji wê (pirtûkê) bizanin; hêvî heye bi rastî hûn ji wê hiş hildin.
3
(Muhemmed!) ji bo ku em evê Qur’anê li bal te da diniqînin, em qenctirê serdaboryan ji te ra ji te ra dibêjin. Loma tu di berê da jî ji van (serdaboryan) bê goman bû î.
4
Gava (Yûsuf ji bona bavê xwe ra aha) gotibû: “Bavo! (min di xewna xwe da) dît, ku yanzded stêrkan û roj û hîvê ji min ra kunde dibirin.”
5
(Bavê wî ji bona wî ra aha) gotîye: "Kurkê min! Xewna xwe ji bona birayên xwe ra nebêje. (Heke tu ji wan ra bejî) ewanê ji bona te ra xaxan bikin. Loma bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye."
6
"Bi vî awayî, wê Xudayê, te, te hilbêjêre û wê (ça di xewnê da te dît) te hînê zanîna têgihandina xewna bike û we qencîyên xwe li ser te da û li ser nişa Y’eqûb da peyweste bike, ça hêj di berê da li ser her du bavên te (qencîyên xwe) peyweste kiribû; (Ewan) Îbrahîm Ishaq in. Bi rastî Xudayê te pirzanê bijejke ye."
7
Bi sond! Ji bona pirsîvanan. di serdaborya Yûsuf û birayên wî da berateyên (sodretî hene).
8
(Birayên Yûsuf aha) gotine: "Em komeke bi hêz in (tivêka me yek e) bi vî ra jî Yûsuf û bi birayê xwe va li bal bavê me, ji me heztir in. Bi rastî bavê me di wundabûneke xûya da ne."
9
"Ya hûn Yûsuf bikujin, ya jî hûn bavêjine zemînekî dûr, ji bo ku berê bavê we hey ji we ra bimîne û hûnê paşê (ji kiriê xwe poşman bibin, Xudayê we bibaxişîne) hûnê di peywî da bibine ji komalêkî aştîkar."
10
(Yekî ji wan aha) gotîye: "Heke hûn bi rastî divên (ku tiştekî bi serê wî) bikin, hûn ewî nekujin, hûn ewî bavêjine tarîtîya bîr ê dibe, ku hinek kerwan rastî wî werin (ewî wekî malê wundabûyî ji xwe ra hildin, beherin)."
11
(Dema xaxe xwe pêk anîne, fetilîne bal bavê xwe; ji bavê xwe ra aha) gotine: "Bavo! Çi bûye ji te ra ku tu ji bona Yûsuf bi me ewlê nabî û em bi xweber jî ji bona wî ra şîretvan in?"
12
"(Bavo! Tu) ewî di sibehê da bi me ra bişîne, ji bo ku ewa bigere û bilêyîze. Bi rastî em ji wî ra parisvan in."
13
(Bavê wan ji wan ra aha) gotîye: "Heke hûn ewî beherin, bi rastî bêhna min dernakebe, ez mirûz dibim û ez ditirsim; ku haya we ji wî tune be, gur ewî bixun."
14
Ewan gotine: "(Bavo!) Heke gur ewî bixun û em bi xweber jî komeke bi hêz in (li wura bin) bi rastî me îdî di wê gavê da zîyan kirîye."
15
(Îdî bavê wan destûra Yûsuf daye). Dema ewan bi wî ra çûne, ewan li hev civîyane, ku ewan ewî bixne tarîya bîrê, (ewan Yûsuf avêtine bîrê). Me jî li bal wî da niqand: “(ne tirşe)”. Bi sond! Haja wan bi xweber qe tune be tuyê evê bûyara wan e hanê ji wan ra bêjî."
16
Ewan di êvarê da bigirîn (ji bo xaxê kirine, xwe rast bidine diyarkirinê) hatine bal bavê xwe.
17
(Ji bavê xwe ra) gotine: "Bavo! Em çiqa rastbêj bin jî dîsa tu ji me bawer nakî. Bi rastî dema em çûn (me li cîyekî danî) me Yûsuf hîşt li bal cirya xwe da, em çûne (lêyîztikê); me da berhev (dema em para da hatin me dêna xwe dayê, ku) guran ewî xwarine."
18
"(Heke tu ji me bawer naki jî) eva me kirasê wî bi xûn ji te ra anîye (xûneke bi vir li kirasê wî dabûne." Bavê wan ji wan ra) gotîye: "Bi rastî gotina we nîne, lê canê we eva xaxa xwestîye we jî kirîye. Îdî (karê min li ser vê bûyerê) hey hewa bi qencî ye. Li ser van salixên we, hey arîkarê min Yezdan e."
19
Kerwanekî hatîye li ser (wê bîrê danîye; Merivên xweyên bişkuri) şandine, ku ji wan ra (avê ji bîrê derxin). Dema bêdloka xwe avêtne bîrê (ji bo ku tijî av bikin, Yûsuf bi bêdloka wan re derket. Ewî qîr daye aha) gotîye: "Mizgîna min! Eva kureke (derket)." Ewan ji bona sermayeyê kirên û firotinê ewa veşartin û Yezdan bi xweber ji zanetirê bi kirina wan e.
20
Ewî (kerwanî Yûsuf) bi bahakî hindikê ku dihatine hijmartinê firotine. Ewan di bahayê Yûsuf da, damen ji cîhanê berdabûn.
21
Ewî misrîyî ku Yûsuf kirîbû, ji bona jina xwe ra (aha) gotibû: "Rûmeta wî rind bigire û şûna wî xweş bike, dibe ku ewa kêrê me bê, ya jî ku em ewî ji xwe ra bixne kur (bibe ûrta me, li pey me bimîne)." Bi vî awayî me ji bona Yûsuf ra di zemîn da, bingehek pêk anî û me Yûsuf hînê zanîna xewnan kirîye. Yezdan bi xweber jî servahatê bûyera Yûsuf e, lê pirê merivan pê nizanin.
22
Û dema (Yûsuf) gihîjte sedra xwe, me ji wî ra berewanî û zanîn da. Bi vî awayî em qencîkaran xelat dikin.
23
Lê ewa kevanîya mala ku (Yûsuf) di wura da bûye, diva ku ewa dest bavêje wê (serê xwe bi wî ra bixe yek): Derî hemû dadan (ji Yûsuf ra aha) got: "Ka îdî were nezik (çi bûye ji te ra? Nereve, were bikebe paxila min." Yûsuf) gotîye: "Ji bona Yezdan! Ka ezê ça gotina te pêk bînim? Bi rastî malxwê malê, xweyê min e; ewî qencî bi min kirîye. şûna min xweş kirîye. Loma bi rastî cewrkar fereste nabin."
24
Bi sond! Heke ewî beratên Xudayê xwe nedîta, jinikê ça va ye, ku ewa dest bavêje, ewî jî va ye li bal jinikê da here. Bi vî awayî, ji bo ku em ji (Yûsuf) sikatî û tolîtî bidine paradanê (me beretên xwe dane nîşanê wî, ewa daye parisandinê). Bi rastî (Yûsuf) ji bendeyên min ê xwurîne.
25
Û ewan (herdukan) dane berhev (heya ber) derî (revîyane. Jinikê para da bi kirasê wî girt) çirand û ewan herduk li bal derî rastê mezinê jinikê hatin. Jinikê (ji bona mezinê xwe ra aha) gotîye: "Celata wî kesê, ku bivê sikatî bi malîyên te ra bike, ji pêştirê ku bikebe zîndanê û ya jî bi şapateke dilsoz bê şapatkirinê, tu tişt nîne."
26
(Yûsuf aha) gotîye: "Ewê diva, ku ez dest bavejime wê (ez ji ber wê reviyam, ku derkebime derva, rastî te hatim)." Yekî ji malîyan dîdevanî (şahidî) kirîye; (aha) gotîye: "Heke kirasê (Yûsuf) ji ber va çirya be (Yûsuf) vira dike (jinik) ji rastbêjan e."
27
"Û heke kirasê (Yûsuf) ji para da çirya be (jinik) vira dike (Yûsuf) ji rastbêjan e (ka li bal wan da mêze bike."
28
Îdî gava (mêrik mêze kir) dît, ku kirasê ewî para da çirya ye. (Mêrikî ji bona jinikê ra aha) gotîye: "Bi rastî eva kirina, ji xaxê we jinan in. Bi rastî xaxê we jinan pir mezin e."
29
(Mêrik ji bona Yûsuf ra jî aha dibêje): Yûsuf! Tu ji van dest ber de (ji tu kesî ra nebêje)." Ji bona (jinêkê ra jî dibêje: “Tu ji bona (nûsîtemkarya xwe, ji Yezdan) baxişandina xwe bixwaze. Bi rastî tu bû î ji wanê xelêtkar."
30
(Dema jinên bajar, eva bûyera bîhistine aha) gotine: "Jina serok bi rastî bûye bengîyê berdestê xwe; (xwestîye ku serê xwe bi berdestê xwe ra bixe yek.) Loma hezkirina berdestî (hişê we ji serê we hildaye). Bi rastî em dibînin, ku ewê hişê xwe wunda kirîye. Eva jî wundabûneke xûya ye."
Sonraki 30 ayet →