1
E.L.R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpan dizane). Eva pirtûka hanê (pirtûkeke wusa ne) ku ji bal Yezdanê bijejkeyî agahdar da, beratên wê hatine hêz kirin, paşê hatîne vekirinê.
2
Ji bo ku hûn hey perestîya Yezdan bi tenê bikin. Bi rastî ez ji bal wî da ji bona we ra bi tirsdanok û mixgînvan (hatime şandinê).
3
Û (ji bo ku hûn) baxişana xwe ji Xudayê xwe bixwezin. Û paşê, ku hûn ji kirinê xwe poşman bibin li bal Xudayê xwe da, bizivirin; ku Xuda jî heya wî danê navdaî we bi qencê jînan, bide jînandinê û ewa ji bona hemûşk rûmetdaran ji rûmeta xwe, wan rûmetdar bike. Û heke hûn (ji van şîret û gotinan) rû bifetilînin, îdî (hûn bizanin!) bi rastî ez ji wê şapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim.
4
Hey şûna hewa we ye (ku hûnê li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. Û ewa bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
5
Hûn hişyar bin! Bi rastî ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an û ji gotinê (Muhemmed) xwe veşerin; singe xwe duta dikirin (ji rastîyî vedişartin). Hişyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razanê) xwe di nava kincên xwe da dipêçin û vedişerin jî, Yezdan dîsa bi wan tiştên, ku ewan vedişerin û vedikin û diyar dikin, dizane. Bi rastî Yezdan bi tişta di singa da veşartî dizane.
6
Û çiqa rewar di zemîn da hene! rozîya wan hemûşkan hey Yezdan dide û ewa bi şûna wan rewaran, di gava (dibine beden) di şûna xwe da diêwirin û ji şûna xwe derdikebin (bê beden dimînin) diçin, dizane. (Ya jî bi şûna wanê cîhanî û bi şûna wan e, ku hêj di tovê xwe da nin dizane). Evan bûyeran hemûşk jî di nivîsareke (hijmarî) û daveger da nin.
7
Ewê, ku ezman û zemîn di şeş (êwirêndanî da) afirandîye heye! Ewa Yezdan e (gava Yezdan, evan diafirandin) hêj hêza wî yê arşî (mana) li ser avê bû (Yezdan eva gerdûna bi vî awayî afirandîye) ji bo ku, we biceribîne; ka kîjanê ji we kiryarên qenc dike. (Ji piştî van beratan jî) heke tu (ji wan ra aha) bêjî: "Bi sond! Hûnê ji piştî mirinê (rabin ji bona xelat û celatdanê) bi civandin bêne şandinê". Wê ewanê fiLê (aha ji bona te ra) bêjin: "Evan (gotin û şîretan ji pêştirê ançeke huzwartî, qe tu tişt nînin.”
8
Û heke em şapatê heya danekî hijmarî ji wan bidine para da (ewan bûne fiLê hene! Wê aha) bêjin: "Ka, ewa şapata (ji me ra dihat) çi hatina wê daye para da?" Hûn hişyar bin! Di roya, ku şapat ji wan ra were, ewan nikarin ewê şapatê ji xwe bidine para da. Ewa şapata ku ewan bi hatina wê tinaz dikirin (haya wan qe tune ye) ewan hildane nava xwe da jî.
9
Û heke em ji bal xwe da bi meriva dilovanîyekî ji xwe bidine tam kirin (ewa bi wê şa dibin) paşê heke em ewe dilovanîyê ji wî rakin derxin, ewa (meriva ji dilovanîya me) bi murûzî bê hêvî dibe. Bi rastî (ewa qencîyên me yên berê, ku me bi wî kirine) bîrva dike.
10
Û heke em ji piştî wan kul û derdên bi meriva girtine; qenc û xweşîyek bidine tamkirinê, ewa (aha) dibêje: "Bi rastî îdî sikatî nexweşî ji min çûye.” (Ewan tengaîyên hêj berê da bi wî da hatine, bîrva dike). Bi rastî ewa (meriv) dilşa û qure ye.
11
Ji pêştirê wan merivên, (li ser wan herduk temtêlan da jî) hew kirine û karê aştî kirine. Ji bona van merivên (bi van salixên qenc hatine salixkirinê) baxişandin û kiryeke mezin heye.
12
Ji ber, ku ewan (aha) dibêjin: "Gotî li ser wî da (pêxember), xezîne bihatina hînartinê, ya jî bi wî ra firişte hatibûnan (ku me bi wî bawer bikira)? Îdî ji bona van gotinan wusa singê te teng dibe, nezîk dibe, ku tu hinekî ji wan biryarên li bal te da hatine hinartinê ji (merivan ra nebêjî) dest ji wan berdî. (Muhemmed! Hişyar be) tu hey hişyarvan û gotîkarî. Yezdan li ser hemûşk tiştan serkar e.
13
Qey ewan (aha) dibêjin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kirîye (ku tu jî ji wan bihêrs dibî?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ji pêştirê Yezdan hêza we digihêje çi, hûn gazî wan jî bikin, hûn jî deh ferkerên wekî (we Qur’anê) aloze bikin, bînin."
14
Îdî (gelî filan!) heke ewan tiştên, ku hûn (bi wan bawer in) bi pisyarî (arîkarya we nekirin) hûn bizanin. ku bi rastî (ewa Qur’ana) bi zanîna Yezdan hatîye hînartinê û ji pêştirê wî jî (tu tiştî babetê perestîyê) tune ye. Îdî gelo hûnê teslîm bibin?
15
Kesê jîn û xemla cîhanê bivê, emê ji bona wan ra (di cîhanê da bê kemasî) kirya wan bidine wan, ewan di cîhanê da jî qe tu kêmasî nabînin.
16
Evanê ku bi van salixan hatine salixkirinê hene! Ji bona wan ra di para da hey agir heye. Ewan pêşeyên wan e, ku ewan kirine, di para da hemûşk şewitîne û ewan kirinê wan hemûşk pûç bûne.
17
(Qe evanê, ku bi van salixan hatine salixdanê) wekî wanê, ku ji Xudayê wan ji wan ra rêya diyarî hatibe û ji Xudayê wan (beratên ji Qur’anê) bi şahidî (ji bona rêya rast) ji wan ra bê xundinê û hêj di berya (Qur’anê da jî) pirtûka Mûsa (Tewrat) ku pêşrevan û dilovîn bûye (eva rêya rast daye hêzkirine) wekî hev dibin? Evanê bi van (salixên) rast hatine salixkirinê hene! Ewan bi Qur’anê bawer dikin. Û kîjan part bi Qur’anê bibe fiLê, bi rastî şûna wî agir e, îdî bira ji bona te ra di mafê Qur’anê da qe tu dudilî çê nebe. Bi rastî ewa Qur’ana ji Xudayê te bi mafî (hatîye). Lê pirên ji kesan (bi Qur’anê) bawer nakin.
18
Gelo ji wanê, ku bi vir derewan li ser (navê) Yezdan dikin, cewrkartir hene? Evanan di hemberê Xudayê xwe da têne raberkirinê; şahid ji bona wan ra (aha) dibêjin: "Ewanê, ku li ser navê Xudayê xwe vir dikirin ev in". Hûn hişyar bin! Bi rastî deherandina Yezdan li ser cewrkaran e.
19
Ewan (cewrkaran) wusa nin, rêya Yezdan (li ber kesan) dibirin û divên, ku ewê xar bikin. Şixwa ewan bi xweber jî (bi jîna) danê para da bawer nakin.
20
Evanê bi van (salixan hene!) ewanan (gava Yezdan ji bona wan ra di vê cîhanê da şapatê bide) nikarin ewî bêzar bikin, ku ewa ji bona wan ra di zemîn da şapatê nede. Ji bona wan ra şapat tê car carkirinê. Ewan nikaribûne, ku rastîyê bibêhên û nikaribûne, ku rastîyê bibînin jî.
21
Evanan in, ku ji bona xwe ra zîyan kirine. Û ewan tiştên, ku ewan goman dikirin wê ji bona wan ra (di para da mehderya wan bikin) bi xweber wunda bûne.
22
Qe tiştek nabe! Bi rastî di parada jî ewan bi xweber pir zîyan kirine.
23
Bi rastî ewanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine û bi dilgermî li bal Xudayê xwe da bi perestî fetilîne, ewanan. hevrîyên bihiştê ne, ewan di bihiştê da heymanok in.
24
Heçwekîya van her du destan; wekî (van her du destên hanênan in): Yek ji wan kor û ker be (desta mayî jî) bibîne û bibêhê, qe temtêla her du destan bi heçwekî wekî hev dibin? Îdî gelo qe hûn (ji bona temtêla van her du destan) naponijin?
25
Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da şandîye (ji bo ku ewa ji bona wî komalê xwe ra aha bêje): "Bi rastî (gelê) min! Ez ji bona we ra bi pêxemberî li bal we da hatime, ku bi diyarî tirsa (ji şapatan bidim ji bo ku hûn gonehan nekin).
26
Hûn hey ji bona Yezdanê bi tenê ra perestî bikin. Bi rastî ez ditirsim (heke hûn bawer nekin) şapata ro ya dilsoz bi we da were.
27
Îdî (ji piştî van şîretên Nûh) ewê desta fileyên pêşrewanê ji komalê wî (aha) gotine: "Em te dibînin, ku tu jî kesekî wekî me yî. Û ewan di cara yekem da, bûne peyrewê te hene! Em dibînin, ku ewan riswayên me ne û em ji bona we ra tu rûmetekî jî li ser xwe nabînin, hêj (ji van jî pirtir) em goman dikin, ku hûn derewan dikin (ka emê ça bi te bawer bikin?)."
28
(Nûh di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka ji min ra bêjin) heke ji Xudayê min rêyên xûyayî û biryarên rast li bal min da hatibin û Xudayê min li bal xwe da bi dilovanî (pêxemberî) dabe min, ewan (biryar û dilovanî) ji we hatibin veşartinê (hûn jî bi wan bawer nekin) hene! Qey gava hûn bi wan (bawer nekin) emê bi zor bi we bidine bawer kirinê?"
29
Gelê min! Ez ji bona (vê pêxemberîya xwe jî) qe tu malekî ji we naxwezim, kirya min hey li ser Yezdan e (ji bona ku hûn ewan navên) ez nikarim ewanê ku bawer kiribin, bixme der. Bi rastî ewanê bigehêjne Xudayê xwe (ewanê fereste bin. ezê ça ewan derxime derva?) Û Lê bi rastî ez dibînim, ku hûn komalekî (wusa nin) xwe davêjine nezanîyê.
30
Û gelê min! Îdî qe hûn naponijin heke ez ewan (bawergeran li bal xwe) derxime derva (gava şapata Yezdan ji bona tûla wan bi min da were) gelo kî dikare arîkarîya min bike (ewê şapatê ji min bide para da)?
Sonraki 30 ayet →