1
E. L. R. (Arşa wan tîpên ji hev çûyî hey Yezdan dizane). Ewanan beratên pirtûka bijejke ye.
2
Qey ji bo ku me li bal mêrekî ji kesan da niqandîye (me ji wî ra aha gotibû:) "Tu kesan (bi şapatan) bide tirsandinê û mizgînê bide wanê bawer kirine, ku ji bona wan ra li bal Xudayê wan cîyên dostî û paye hene," ji bona merifan ra eva bûye sodret? Ji xwe ewanê file (aha) gotine: "Eva (mêrika) hey ançkarek; xûya ye."
3
(Gelî kesan!) Bi rastî ev, Yezdanê ku ezman û zemîn di şeş rojên êwirgahî da afirandîye û paşê arş jî (mana) hildaye binê hêza xwe da heye: Ewa Xudayê we ye. Ewa (Xuda naye) tedarika hemû bûyeran dike. Ji pêştirê destûra wî tu mehdervan tune ye (hemû mehder ji bona wî ra ne.) Ewa Yezdanê bi van salixan (tê salixkirinê) Xudayê we ye. Îdî hûn (ji bona wî ra) perestî bikin. Qey hûn (ji van salixan) hiş hilnadin?
4
Zivirandina we hemûşkan hey li bal wî (Yezdan)î da ne. (Eva) bi rastî peymana Yezdan e, maf e. Bi rastî (Yezdan bi xweber e) ku di cara yekem da dest bi afirandinê dike. Ji bona ku ewanê bawer kirine û karê aştî kirine bi dadvanî xelat bike (ewan ji piştî mirinê) dîsa diafirîne. Ewanê bûne file hene! Ji bona wan ra bi sedema filetîya wan vexarineke ji ava herîkelkê heye û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
5
Ewê ku roj xistîye tav û hîv jî xistîye rohnayî û (ji bona hîvê ra) êwirgehên (pîvayî) gerandîye, ji bona ku hûn bi hijmara salan û bi hijmara (gavê xwe) bizanin, ewa Yezdan e. (Yezdan evan hey) bi dadvanî afirandine (ji bo ku hûn ji wan hiş bildin. Yezdan beratan ji bona komalê zana vedike.
6
Bi rastî ji bona wî komalê ku xudaparisî dikin; di ne wekhevbûna şev û royan da û di afirandina Yezdan, tiştên di ezman û zemîn da heyî beratên (hişdarî) hene.
7
Bi rastî ewanê ku naxwazin bi bervahatin bigêhijne me, hene! Ewanan bi jîna cîhanê qayîl bûne û bi wê jînê jî qinyat anîne. Û ewan bi xweber jî ji beratên (hebûna me) bê goman in.
8
Ji ber ewê keda ku ewan dikiribûne, şûna ewra wan agir e.
9
Bi rastî ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi sedema bawerîya wan wê Xudayê wan, ewan li bal wê bihişta xwarinan e, ku di binê (darê) wan da çem dikişin (behere).
10
Dilxwezîya wan (di bihiştê da ahane):"Xuda! Em te ji kemayan dadiweşînin." (Ji hev ra di bihiştê da gava serhevdanê da aha) dibêjin: "Selam hûn bijîn" û paşîya dilxwazîya wan eva ye; bi rastî çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona Xudayê cîhanê ra ne.
11
Heke Yezdan ji bona kesan ra, ça meriv ji bona qencîyan lez dikin, wusa leza sikatîya wan bikira, wê a, di naha da canê wan hatibûya standinê. Lê emê ewanê ku goman nakin (bi berva hatin) wê bigihêjne me. Di raşihetina wan da bi korayî bihêlin.
12
Û di gava bi merivan nexweşîyek girtibe (îdî ewa meriva) dirêjkirî û rûniştî û li pîya, me gazî hewara xwe dike. Di gava ku em ji wî (merivî) ewê nexweşîya wî radikin, wusa diçe (ji bîrva dike) tu divê qe ewî (merivî) ji bona rakirina wê nexweşîya bi wî girtîbû, lava ji me ne dikiribû. Bi vî awayî ji bona wanê dest vala, karên ewan di kiribûne hatîye xemilandinê.
13
Û bi sond! Di berya we da çiqa komel hebûne, geva pêxemberên wan li bal wan da bi beratên vekirî va hatibûne bal van ji bo ku ewan bi wî pêxemberî bawer bikin, ewî (komalê bawer ne kiribûne) li xwe cewr kiribûne, me jî ewan teşqele kirine. Bi vî awayî em komalê nûsîtemkar celat dikin.
14
Paşê ji bo ku em mêze bikin ka hûn çi dikin, me hûn li pey wan da xistine şûnmaîyên wan di zemîn da hîştin.
15
Û di gava ku (ji bona wan ra ewan pêxemberan) beratên me bi vekirî dixunin, ewanê ku gomana (bi ber va hatina) gihîjtina me nakin (aha) gotine: "Ka, tu Qur’aneke ji pêştirê vê (Qur’anê) bîne, ya jî tu ewê (Qur’anê) biguhure." Tu (ji wan ra aha) beje:" Ez nikarim ewê (Qur’anê) ji ber xwe, bi xweber biguhurim. Loma ez hey dibime peyrewê wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê. Bi rastî heke ez bê gotina Xudayê xwe bikim ez ji şapata ro ya mezin ditirsim."
16
Tu ji (wan ra aha jî) bêje: "Heke Yezdan biva (şixwa) min ewa (Qur’ana) ji bona we ra ne dixwend û min hûn (bi xwendina wê Qur’anê jî) bi xwe ra ne dixistine tekoşînê. (Hûn dizanin ku ez di nava) we da hêj di berê da çend salan mabûm (qe tiştekî aha min gotibû?) îdî qe hûn naponijin?"
17
Îdî gelo ji wî kesê ku bi viran, derewan (li ser navê) Yezdan bike, ya jî beratên Yezdan bide derewdêrandinê cewrkartir kî heye? Bi rastî nûsîtemkar fereste nabin.
18
Ewanan ji pêştirê Yezdan, perestîya wan tiştên ku qe ji bona wan ra tu kar û zîyanê nakin, dikin û (aha jî) dibêjin: "Evan perestvanan li bal Yezdan mehderên me ne." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn ji wan tiştên, ku Yezdan di ezman û zemîn da pê nizane, agahdarya Yezdan bi wan dikin?" Bi rastî (Yezdan) ji wan tiştên, ku ewan ji wî ra dixne hevrî bê gur û goman e.
19
Meriv (hemûşk di cara yekem da) desteke bi tenê bûne, îdî paşê ji ber wan ne wekhevbûnê di nava xwe da ji hev çûne. Heke peymana (ji bona wî danê para da) ji Xudayê te ne borîbûya, wê a di naha da berewanîya wan, di wan tiştên ku ewan têda ne wekhev dibûne, pêk bihata.
20
Û ewan (aha) dibêjin: "Heke (ji pêştirê vê Qur’anê) li ser wî (Muhemmed) beratek ji Xudayê wî bihata hinartinê wê çi bûya? (Meyê jî bi wî bawer kiribûya)" îdî (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Zanîna bi ne xûyanan hey ji bona Yezdan ra ne, îdî hûn bi hêvî mêze bikin. Bi rastî ez bi xweber jî bi we ra hêvîdar im (ka em bihewin wê ça be).
21
Û ji piştî wê gava ku bi kesan tengasîyek girtibe, em bi wan kesên dilovanî û xweşîyê bidine tam kirinê (ewan ji wê tengasîyê derkebin) ewan heman di beratên me da defikan datînin; ziman dirêj dikin.(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî Yezdan hêj zûtir endezan dike (ewan defikê wan dibîne.)” Bi rastî ewan çi endeze bikin, saîyên me (firiştan) ewan endezeyên wan dinivîsin.
22
Ewê ku we di reşayî û di deryayê da dide gerandinê heye! Ewa Yezdan e. (Ewa wusa we dide gerandinê) heya gava ku hûn di kelekê da bûne, hûn bi wan (rêwîyên di kelekê da) bi bakî tîtal va (li ser deryayê) diçûn û ewan (rêwîyan) bi wê şa bibûne, di vê (gavê da) bobelîzkek (li wan û li keleka wan rabûye) û pêlên deryayê li hemû ciyî da li wan hatîye, ewan goman kiribûne (ku ewanê di gava pêlan da bimînin, wê bifetisin) îdî ewan bi dilekî xwurî (aha) gazî Yezdan kiribûne: "Hey ola xwurîye rast ji bona te ra ne. (Yezdan!) heke tu me ji vê teşgelê fereste bikî, bi sond! Îdî emê bibine ji wanê sipazkarên (te).”
23
Îdî gava ku me ewan (ji wê teşqelê) fereste kirin, ewan (dîsa) bê mafî di zemîn da cewr dikiribûne. Gelî merivan! Bi rastî cewra we hey ji bona we ra ne. (Eva jîna hanê) jîna cîhanê ye (qe tu bahayê wê tune ye) û hûnê paşê li bal me da bizivirin, îdî emê jî ewa tişta ku we (di cîhanê da) dikiribûne ji bona we ra bêjin.
24
Bi rastî jîna cîhanê jî hecwekî avek e, ku me ewa ji ezmana hinartîye, îdî bi wê avê, ewa hêşênaîyên zemînê ku meriv û tariş ji wan dixun, bi tevê hev hêşîn dibin (wusa hêşînayê çê dibe) zemîn bi wan hêşnayîyan xemla xwe digire û zemîn tê xemilandinê (di wê gavê da îdî) kesên zemîn goman kirine, ku dikarin (xurinên xwe ji wan heşînayan) hildin. (Di wê gavê da) fermana me di şev û royan da (bi teşqeledana) wan hêşînayan hatîye, îdî me ewan hêşînayan bi rehê wan va durût, te digo qey zemîn (hêj berya naha da bi wan hêşînayan nehatibû) xemilandinê (qe tu tişt li ser zemîn nemaye). Em beratan ji bona komalê ramankar ra vedikin.
25
Yezdan gazî bal xanîyî (û jîna ewletîyê) dike. Û evînê xwe tîne rêya rast.
26
Ji bona wanê qencîyan dikin, qencîyên hêj çêtir û pirtir hene. Û bi rûyê wan, rûreşî û riswabûn nagire. Evanê bi van salixan têne salixandinê hevrîyên bihiştê ne. Ewanan di bihiştê da jî hey dimînin.
27
Û ewanê ku keda sikatîyan kirine hene; celata sikatîyan, wekî wan (sikatîyên) û rûreşî û riswabûn li rûyê wan digire. Ji bona wan ra, ku ewan ji (şapata) Yezdan bide parisandinê tu parisvan tune ye. (Gava tu li wan mêze dikî tu dibê) qey rûyê wan kerekî ji şeva reş e. Ewanê bi van salixan têne salixdanê hevrîyên agir in, Ewanan di agir da jî hey dimînin.
28
Di roya ku em ewan hemûşkan (bi hev ra) dicivînin paşê em ji bona wanê hevrî çê kirine (aha) dibêjin: “Gelî hevrîçêkeran!) Hûn bi wan (pûtên) hevrîyên xwe va (herne) şûna xwe ye (ku babet e ji bona we ra)." Îdî me di nava wan û hevrîyên wan da (bi hemûtî bendê hevaltîyê) pizirandibû (ça di cîhanê da di nava wan da bend hebû, îdî ne maye) û hevrîyên wan ji bona wan ra (aha) gotine: "(Gelî hevrîyên me!) we ji bona me ra perestî ne dikir (lê hûn li pey gomanên xwe diçûn)."
29
Îdî a di naha da, Yezdan di nava me û we da bi şahidî besê me ye. Bi sond! Ji wê perestîya we ye, ku we ji bona me ra dikiribûne, qe tu gomana me tune ye.
30
(Di wê royê da) hemû candar kirinê xwe diceribînin (kar û zîyana wan kirinê xwe dibînin) û ewanan li bal serkarê xweyê maf; ku Yezdanê têne zivirandinê, îdî ewan (peresteyên wanên, ku ewan ji bona wan ra) bi vir (perestî dikiribûne) ji wan wunda bûne.
Sonraki 30 ayet →